Şêniyên Siwêdayê "danezana destûrî" ya Şamê red kir

Şêniyên bajarê Siwêdayê "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê red kir û destnîşan kir ku ev "danezan destûrî" pergaleke demokratîk diyar nake, berovajî olperestiyê xurttir dike.

Şêniyên Siwêdayê "danezana destûrî" ya Şamê red kir
Şêniyên Siwêdayê "danezana destûrî" ya Şamê red kir
Şêniyên Siwêdayê "danezana destûrî" ya Şamê red kir
Şêniyên Siwêdayê "danezana destûrî" ya Şamê red kir
Şêniyên Siwêdayê "danezana destûrî" ya Şamê red kir
Şêniyên Siwêdayê "danezana destûrî" ya Şamê red kir
16 adar, 2025   17:58
SIWÊDA

Bi dehan şêniyên bajarê Siwêdayê bi xwepêşandanan helwesta xwe ya nerazîbûna li hemberî biryarên desthilata Şamê nexasim "Danezana destûrî" nîşan da.

Şêniyan diyar kir ku destûr pergaleke demokratîk diyar nake, berovajî olperestiyê xurttir dike.

Xwepêşandêrên ku di sedema rejîma berê de jî dadeketin qadan, îro jî bi nerazîbûnekê li hemberî siyasetên desthilata Şamê dîsa daketin qadan.

Xwepêşandêran pankartên "Erka HTŞ’ê têkbirina gel e", "Danezana destûrî pergala demokratîk ava nake, berovajî olperestiyê xurttir dike", "Em nahêlin El Colanî bibe pira parçekirina Sûriyeyê", "Çi sûda me ji rojiya te heye, ger tu fitara xwe li ser xwîn û serjêkirinê vedike", "Danezana dîktatorî, ne danezana destûrî" hildan.

Xwepêşandêran got ew ê heta pêkanîna armancên xwe çalakiyên xwe bidomînin.

(mh/ffr)

ANHA