‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’

Li gelek bajarên kantonên Cizîr û Tebqayê rêzeçalakiyên redkirina "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê hatin lidarxistin. Beşdaran banga sazkirina destûrekê ku maf û hêviyên Sûriyeyiyan pêk bîne, kir.

‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
‛Danezana destûrî nûnertiya me nake’
16 adar, 2025   17:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo redkirina "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên Rêveberiya Xweser nerazîbûna xwe nîşan da. Der barê vê de jî li gelek bajarên kantonên Cizîr û Tebqayê çalakî hatin lidarxistin.

TEBQA

Koçberên kantona Efrîn û Şehbayê yên li Tebqayê li wargeha Bajarê Werzîşê ya bajêr daxuyaniyek da û "Danezana destûrî" red kir.

Daxuyaniyê ji hêla koçbera bi navê Elya Mamo bi zimanê Kurdî û ji hêla endamê Meclisa Kar û Barên Koçerên Kantona Efrîn û Şehba li Tebqayê Mihemed Beyrem ve bi zimanê Erebî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev "Danezana destûrî" ya desthilata Şamê hêviyên gelê Sûriyeyê di pergaleke demokratîk a pirrengî ya nenavendî de dabîn nake û nûnertiya koçberên Efrîn û Şehba nake, her wiha hêviyên wan ên vegera birûmet li warên xwe pêk nayne.

Di daxuyaniyê de banga sazkirina destûrekê ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê tê de beşdar bin, hat kirin.

QAMIŞLO

Girêdayî wê, şêniyên bajarê Qamişlo jî meşek li dar xist û bi 3 zimanan pankartên "Destûra nû ya Sûriyeyê temsîla hemû pêkhateyan nake", "Na ji destûra paşguhkirin û dûrixstinê re", "Bi destûra ku jinan û pêkhateyan paşguh dike pêşeroj ji Sûriyeyê re tune ye" û "Em bi destûra ku mafên me misoger nake pabend nabin" hildan.

Meş ber bi avahiya Komîseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi rê ket û li wir hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê Hesen Şero axivî û got: "Piştî hilweşîna rejîma Baas gelê Sûriyeyê bi tevahî li benda azadiyê bû, lê mixabin berî çend rojan pêşnûmeya danezana destûrî hat îmzekirin û wê jî hêviyên gelê Sûriyeyê yê ku ji bo azadî û demokrasiyê hildabû, têk birin."

Şero diyar kir ku gel piştî salên dirêj ên zehmetî û êşan vê destûrê qebûl nake û Rêveberiya Xweser jî qebûl nake, ji ber ku destûr ji heman hişmendiya Baas e.

Serokê Meclisa Qebîleya Tey a Erebî Şêx Hesen Ferhan Ebdurehman got: "Me hêvî dikir ku destûreke hiqûqû be ku ne li dijî ol, adet û mafên jinan be. Me hêvî dikir destûreke Sûriyeyî be. Em dixwazin ev destûr ji nû ve were sazkirin. Tevahî gelê Sûriyeyê ji vê destûrê aciz in."

Endama Yekitiya Jinan a Suryanî ya Sûriyeyê Sebah Şabo jî got: "Em mafên olî naxwazin, em mafên netewetî, zimanî û çandî dixwazin."

Sebah Şabo jî diyar kir ku Suryanî xwedî dîrok, şaristanî û ziman in û ev destûr nûnertiya wan nake û got: "Vê xakê navê xwe da me. Em wekî gelên din jî doza mafên xwe dikin."

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê, Rimêlan, Til Koçer û Çilaxa bi meşeke girseyî li Qada Şehîd Xebat a bajarê Rimêlanê nerazîbûna xwe li hemberî "Danezana destûrî" nîşan da.

Di meşê de pankartên "Tecrûbeya Baas dubare nekin" û "Destûra nû ya Sûriyeyê nûnertiya min nake û ew destpêka parçekirina Sûriyeyê ye" hatin hildan û ber ber bi Bab El Ayilat (Deriyê Malbatan) ve bi rê ketin.

Li wir hevseroka Meclsia bajarê Girkê Legê Nesrîn Dahir li ser girîngiya misogerkirina mafên hemû pêkhateyên civakê bi taybetî yên jinan di destûrê de axivî û soza domandina berxwedanê dubare kir.

Endamê Meclisa bajarê Çilaxa Cemîl Çilaxa diyar kir ku daxwaza gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî ye.

Endamê rêveberiya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyeyê Îdrîs Cacan got: "Destûra ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin nûnertiya Kurdan û pêkhateyên din nake. Em Kurd û hemû pêkhateyên din vê destûrê qebûl nakin. Sûriye ya hemû pêkhateyên wê ye."

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê bi sedan çalakvan û şêniyên bajarên Hesekê, Hol, Şedadê, Til Temir, Dirbêsiyê û Til Birakê li pêşiya baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya rojavayê bajarê Hesekê meşek organîze kir.

Di meşê de ji her pêkhateyekê nûnerek axivî û hemûyan nerazîbûna xwe li hemberî "Danezana destûrî" ya ku pêkhateyên Sûriyeyê paşguh dike û rola jinên Sûriyeyê yên têkoşer tune dike, nîşan da û banga jinûve sazkirina destûrê kir.

Piştî xwendina peyaman nûnerên pêkhateyan bi şandeyekê ketin navenda Koalîsyona Navneteweyî û belgenameya nerazîbûnê radest kir û berpirsên koalîsyonê jî destnîşan kiribû ku ew ê daxwazên gel bigihînin aliyên berpirs.

(mh/fr)

ANHA