Artêşa Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn bêyî destûra Koşka Spî dikare êrişan pêk bînin

Rojnameya "Politico" da zanîn ku Trump destûr da fermandarên leşkerî yên artêşa Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn ku bêyî destûra Koşka Spî êrişan pêk bînin.

Artêşa Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn bêyî destûra Koşka Spî dikare êrişan pêk bînin
16 adar, 2025   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya "Politico" diyar kir ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump duh ragihandibû ku balafirên şer ên Amerîkayê li dijî deverên di bin kontrola Hûsiyan li Yemenê de êriş pêk anîn.

Trump li ser malpera xwe "Truth Social" ya civakî nivîsandibû ku armanca êrişan ew e ku baregehên terorê û pergala wan a parastinê werin rûxandin û fermandarên wan werin têkbirin, her wiha armanca din jî ew e ku keştî û balafirên Amerîkayê werin parastin û şoreşa deryayî werin vegerandin.

Rojnameyê diyar kir ku êdî fermandarên artêşê yên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê dikarin di dema pêwist de, bêyî ku destûrê ji Koşa Spî wergirin, operasyon û êrişan pêk bînin.

(mh/fr)