Pedersen bi El Şîbanî re pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê nîqaş kir

Şandeyê NY yê taybet ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen bi wezîrê karên derve yê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê Eseed El Şîbanî re pêvajoya siyasî, bidestxistina aştiyê û istqrara daîm li welêt bi rêya pêvajoyeke siyasî ya giştî, zelal û pê bawer li gorî biryara 2254, nîqaş kirin.

Pedersen bi El Şîbanî re pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê nîqaş kir
6 îlon, 2025   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen li Şamê bi wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Eseed El Şîbanî re civiya. Pedersen û El Şîbanî, pêvajoya siyasî ya li welêt û bandorên wê li ser asta herêmî û navneteweyî nîqaş kirin. 

Li gorî daxuyaniya ku nivîsgeha şandeyê NY`yê daye, her du aliyan bi hurgulî rewşa li parêzgeha Siwêda, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û geşedanên li peravê, nirxandine.

Pedersen careke din destnîşan kir ku NY`yê bi serdestî û yekitiya Sûriyeyê re ye û bang kir ku êrişên Îsraîlê rawestin, dozên navxweyî bi rêya diyalgoê û hewldanên rastîn bên çareserkirin û bawerî bê avakirin.

Pedersen diyar kir ku NY`yê dê piştgiriya xwe bi hikumet û gelê Sûriyeyê re bidomîne heta ku aştî û istiqrara daîm li welêt bi rêya pêvajoyeke siyasî, giştî, zelal, pêbawer û li gorî biryara 2254 a NY`yê were bidestxistin.

(şx)