ˋHedefgirtina rojnamevanan nixumandina rastiyan eˊ

Rojnamevanên kantona Dêrazorê hedefgirtina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û destnîşan kir ku armanc ji hedefgirtina rojnamevanan nirxumandina rastiyan e.

ˋHedefgirtina rojnamevanan nixumandina rastiyan eˊ
23 kanûn, 2024   03:10
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Di 19’ê Kanûnê de dema ku rojnamevan Nazim Daştan û nûçegihana ajnasa me (ANHA) Cîhan Bîlgîn berxwedana li Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê dişopandin, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeya wan hedef girt, di encamê de her du rojnamevan şehîd bûn. 

Rojnamevanên kantona Dêrazor ev êriş û hemû sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Sûriyeyê bi giştî û rojnamevanan bi taybetî, şermezar kirin û soza domandina rêya azadiyê nû kir.

Nûçegihanê Kenala Ronahî TV Qasim El Herdan sersaxî da malbatên her du şehîdan û got: "Şehîdên rojnamevan rastî ji cîhanê re radigihand, Tirkiye jî ji bo nixumandina sûcên xwe, ew hedef girtin."

El Herdan diyar kir ku êdî sûcên dewleta Tirk a dagirker ji bo gelê Sûriyeyê aşkera ne û rojnamevanên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dê xebatên aşkerakirina van sûcan bidomînin.

El Herdan bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî kir ku rojnamevanan ji metirsiya êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêzin, her wiha soz da ku rêça şehîdan bişopînin û sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê aşkera bikin.

Rojnamevana Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê Sena El Muhsin diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker her hewl dide rastiyê bê deng bike. Sena soza domandina xebatên xwe yên aşkerakirina rastiyê nexasim sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û çavnebariya wê ya dagirkeriyê, dubare kir.

Girêdayî wê, rojnamevana Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê Xedîce El Ebdullah anî ziman ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan ne tiştekî nû ne û armanc jî nixumandina rastiyan e.

Xedîce El Ebdullah diyar kir ku berî 2 mehan jî dewleta Tirk a dagirker her du rojnamevan Gulistan û Hêro li Başûrê Kurdistanê hedef girtin, bi van sûcan dagirkerî hewl dide vîna rojnamevan û gelê herêmê bişikîne.

Xedîce El Ebdullah di dawiya axaftina xwe de got ew dev ji rêça şehîdan bernade û dê xebatên aşkerakirina sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bidomîne.

(mh/fr)

ANHA