Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo şermezarkirina girtina rêyên derdora herdu taxan ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, daketin qadan.

Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan
6 cotmeh, 2025   20:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bang li şêniyên herdu taxan kir ku ji ber dorpêça hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û girtina rêyên herdu taxan, dakevin qadan.

Nûçegihanê me diyar kir ku şênî xwedî li vê bangê derketin û daketin kolanan.

Meclisa Giştî ya herdu taxan wê der barê girtina rêyan de daxuyaniyekê bide.

(mh)

ANHA