Turnuvaya futbolê ya jinan a kantonê Cizîrê dest pê kir

Turnuvaya futbolê ya jinan a kantona Cizîrê bi beşdariya 5 tîman dest pê kir. Maça yekê di navbera tîma Peyman û tîma Serêkaniyê de bi encama 0-0 bi dawî bû.

11 cotmeh, 2024   21:09
QAMIŞLO

Meclisa Werzîşê ya kantona Cizîrê turnuvaya futbolê ya jinan bi beşdariya 5 tîman li dar xist. Turnuva dê li yarîgeha şehîd Heysem Kenco ya bajarê Qamişlo bi rê ve here.

Di turnuvayê de ev tîm beşdar in (Peyman, Stêrk, Serêkaniyê, Asayîş û Serdem). Turnuva ji yek qonaxê pêk tê û bi rêjeya 2 maçên heftane ye. Tîma ku hejmara herî zêde ya puanan bi dest bixe ew ê bibe lehengê turnuvayê.

Maça destpêkê di navbera tîma Peyman û tîma Serêkaniyê de bi rê ve çû.

 Maç bi encama (0-0) bi dawî bû û di encamê her tîmekê puanek bi dest xist.

Girêdayî wê, berpirsa Nivîsgeha Lîstikên Jinan a Meclisa Werzîşê ya kantonê Şengul Hemo diyar kir ku asta tîmên beşdar pir baş e û asta lîstikvanan jî pêş dikeve û got: "Jixwe armanca me ji turnuvayê ev e, ku em wezîşê li ba jinan û beşên din pêş bixin."

 Sibe tîm di navbera tîma Stêrk û tîma Asayîş de li heman yarîgehê saet di 16:00'an de bi rê ve diçe.

(mh)