Di bîranîna Hevrîn Xelef de.. Partiya Sûriyaya Pêşerojê doza edaletê dike

Endamên Partiya Sûriyaya Pêşerojê sekretera partiya xwe ya şehîd Hevrîn Xelef, di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî. Endamên partiyê diyar kir ku ji ber şehîd Hevrîn Xelef banga aştî û yekitiya Sûriyeyê kir, hate hedefgirtin û banga pêkanîna edaletê û hesabxwestina ji kujeran dubare kir.

Di bîranîna Hevrîn Xelef de.. Partiya Sûriyaya Pêşerojê doza edaletê dike
12 cotmeh, 2025   06:40
REQA
DÎMA MIHEMED

Endamên Partiya Sûriyaya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef di salvegera 6’an a şehadeta wê de bi bîr anî. Endamên jin ên partiyê êrişa li dijî şehîd Hevrîn bi tundî şermezar kir û diyar kirin ji ber helwest û berxwedana xwe ya mirovî û siyasî bûye hedefa êrişkaran.

Endama Desteya Rêveber a Partiya Sûriyaya Pêşerojê Semîra Ezîz der barê mijarê de got: “Şehîd Hevrîn Xelef ji jinên destpêkê yên cihê xwe di xeta şoreşa Sûriyeyê de girt. Di encama tekoşîna xwe de hewil da hêviyên gelê Sûriyeyê yên ji bo pêkanîna azadî, demokrasî û jiyana hevbeş pêk werin.”

Semîra Ezîz bi bîr xist ku wê ji mêj ve şehîd Hevrîn Xelef nas dikir û wiha dom kir: “Em her du ji bajarê Dêrikê bûn. Salên dirêj bû min Şehîd Hevrîn nas dikir. Bi zanebûn û bê dengiya xwe dihat naskirin. Hêza wê ya li her kesî guhdar bike, hebû. Di navbera raman û îradeyê de kom dikir. Nerîneke rast a pêşeroja Sûriyeyê ya li ser easê edalat, wekhevî û demokrasiyê pêk were, ava dikir.”

Semîra Ezîz da zanîn ku di sala 2018’an de şehîd Hevrîn Xelef ji bo bibe sekretera Partiya Sûriyeya Pêşerojê hate hilbijartin û wiha dom kir: “Di sala 2018’an de dema partî hate avakirin. Şehîd Hevrîn hate hilbijartin. Ew ne tesadif bû, lê belê ew bi zanebûn û hêza xwe ya dikare hemû gelê Sûriyê bi hemû pêhateyên xwe bighîne hev, dihate naskirin. Pir baweriya wê bi danûstndina Sûrî-Sûrî dihat. Dixwest hemû pirsgirêk dûrî destwerdanên derve werin çareserkirin.”

Semîra Ezaz da zanîn ku partiya wan salane Şehîd Hevrîn Xelef di riya “Mihrîcana Aştiyê” ya li ser navê wê tê lidarxistin, bibîr tîne û wiha dom kir: “Ev ji bo mayîndekirina nameya wê ya ji bo pêkanîna edalet, wekheviyê û beşdariya jinan di çêkirina biryarê de, pêk tê. Ji lewma em salane wê bibîr tînin.”

Semîra Ezîz wiha pê de çû: “Sûcê şehîdxistina Hevrîn Xelef wê tu carî ji bîra gelê Sûriyê neçe. Partiya Sûriyaya Pêşerojê hîn jî ji civaka navdewletî dixwaze hesab ji kujeran bixwaze. Ji ber şehîd xistina Hevrîn Xelef ne karekî yekdestî bû. Lê belê  ew sûcê şer bû. Komeke piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digire ev sûc pêk aniye. Ev hatiye belgekirin. Em doza hesabxwestina ji hemû kesên destê wan di sûcê şehîdxistina Hevrîn Xelef de heye, dixwazin. Ji ber edalet ji Hevrînê re ye. Ew bi xwe edaleta hemû jinên Sûriyeyê yên ji bo azadî û aştiyê tekoşînê dikin re ye.”

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyaya Pêşerojê Fatma El Elî der barê mijarê de got şehîd Hevrîn Xelef sembola jinên azad û zane ye û bi van gotinan ew bi bîr anî: “Ew nîşana aştiya li Sûriyê û cîhanê ye. Em ji Şehîd Hevrîn fêrî hêz û azadiya nerînê bûn. Em jê hîn bûn, divê jin di aliyê siyasî de çawa serkeftinê pêk bîne û bibe rêveber di nava civaka xwe de xwedî hêz be. Bi şehadeta şehîd Hevrîn em ne şikestin, berûvajî em hîn zêdetir bi israr û bi hêza bûn. Em ê têkoşîna xwe li ser xeta şehîd Hevrîn bi xwîna xwe daniye, bidomînin.”

Fatma El Elî sedema hedefgirtina şehîd Hevrîn bi bangên wê yên ji bo aştiyê ve girê da û wiha dom kir: “Şehîd Hevrîn şer û nakokî red dikir. Dengê xwe ji bo aştiyê beriz kir. Banga Yekîtiya Gelê Sûriyeyê kir. Ji ber wê jî bi awayekî hovane hate hedefgirtin. Tişta îro me dêşîne em dinerin ên destê wan di şehadeta wê de hebû, di hikûmeta nû de desthilatî wergirtine. Ev ne edalete.”

Hevseroka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyaya Pêşerojê Ezab Mistefa got şehîd Hevrîn nûnertiya sembola berxwedan û tekoşînê ya ji hemû ciwanên Sûriyeyê kir û ev tişt anî ziman: “Hevrîn Xelef ne tenê jinek ji rêzê bû. Lê belê ew xwediya fikir û tekoşîna mirovahiyê bû.  Niha jin di partiya Sûriyaya Pêşerojê de li ser xeta wê dimeşin. Em îro dibînin bi saya îradeya wê em bûne xwedî hêz û nerîneke pêşketî ya ji bo avakirina Sûriyaya Demokratî û aştiyane.”

Endamên Rêveberiya Partiya Sûriyaya Pêşerojê destnîşan kirin ku Hevrîn Xelef dê di wijdanê hemû gelê Sûriyeyê de her zindî be û dê nameya wê riya tekoşîna ji bo azadî, wekhevî û avakirina welatiyekî layiqî gelê xwe, ronî bike.

(dc)

ANHA