Şêniyên Reqayê: Hebûna me ya li vir ji bo parastina bendavê ye

Şêniyên Reqayê diyar kir ku ew ji bo piştevaniya şervanan û parastina Bendava Tişrînê ji êrişan, hatine wir.

Şêniyên Reqayê: Hebûna me ya li vir ji bo parastina bendavê ye
9 ÇILE, 2025   13:37
REQA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî mehekê ye êrişî Bendava Tişrînê dikin. QSDˈê di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kiribû ku ji ber êrişên dijwar ên bi balafirên şer û yên bêmirov metirsiyên hilweşandina bendavê zêde dibin. QSDˈê ragihand ku eger karasetek bigihêje bendavê yan herêmên derdora wê, dewleta Tirk a dagirker jê berpirsyar e.

Duh bi hezaran şêniyên kantonên Firat, Reqa, Tebaq û Cizîrê ji bo rawestandina êrişan û piştevaniya şervanan berê xwe dabû Bendava Tişrînê û li wir nobetê digirin.

Şêniyên ji kantona Reqayê yên ku beşdarî çalakiyê bûne, diyar kir ku divê bendav û binesaziyên xizmetguzarî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê were parastin.

Îtab El Deyf got: "Em hatine vir da ku beşdarî çalakiya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê bibin."

Îtab El Deyf anî ziman ku parastina bendavê erka her ferdekî ye û wiha domand "Her zerar bighêje bendavê dê karaseteke li herêmê çêbibe. Em amade ne şer bikin û li hemberî êrişan bisekinin."

Îtab El Deyf bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku êrişan rawestînin.

Mistefa Ebas jî diyar kir ku ew hatine bendavê da ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî êrişên li ser bendavê werin bidawîkirin.

Mistefa Ebas da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendavê ranewestiyane û got: "Ev êriş xetereyê li ser herêmê çêdikin. Hebûna me ya li vir ji bo parastina bendavê ye û rêgirtina li wêrankirina wê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ye."

Ebas di dawiya axaftina xwe de got: "Em amade ne bi hemû hêza xwe bendavê biparêzin û piştgiriya hêzên xwe QSDˈê bikin."

(bb)

ANHA