Şandeya xwest biçe cenazeyên Nazim û Cîhan wergire li Deriyê Xêbûr tê astengkirin

Şandeya ku xwest derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û li Deriyê Sêmalka cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn wergire, li Deriyê Sînor ê Xêbûrê tê astengkirin.

Şandeya xwest biçe cenazeyên Nazim û Cîhan wergire li Deriyê Xêbûr tê astengkirin
9 ÇILE, 2025   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya ji parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, bavê rojnamevan Nazim Daştan, bavê rojnamevan Cîhan Bîlgîn, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), MEBYA-DER’ê û DFG’ê pêk tê, ji bo cenazeyê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn wergirin ji Nisêbînê ber bi Başûrê Kurdistanê ve derketin rê. 

Şande gihaşt Deriyê Xêbûr ê Silopiyayê û li wir şande ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Silopiyayê ve bi hinceta Xray xerabe ye, hat rawestandin. Beriya vê hinceta Xrayê were nişandan, şande nêzî 2 saetan li ber derî bi hinceta ku “sîstem çûye” hat sekinandin. Piştî ku şande derbasî beşa Xrayê bû, vê carê jî bi hinceta ku Xray xerabe ye, tê sekinandin.

Parlamenter Kamûran Tanhan ji ber vê hincetê bi Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Karên Derve yên Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anî lê hê jî ji her du wezaretan ji bo derbasbûna şandeyê tu bersivek erênî nehatiye dayîn.

Kamûran Tanhan têkildarî sekinandina şandeyê destnîşan kir ku ev biryara sekinandina şandeyê kêfî ye û wiha got: “Hurmeta li hemberî cenazeyan jî nemaye. Rêzgirtin ji miriyan re jî nemaye. Ev li tu deverek dinyayê nîn e. Di hemû şaristaniyan de xwedî wê pîrozahiyê ye ku mafê her kesî ye mirov û hezkiriyên xwe yê jiyana xwe ji dest dabe, li gorî ol û baweriya xwe veşêrin. Ev mafek ewqas xwezayî ye ku hewce nake ku bi rêya qanûnan sererastkirina wergirtina cenazeyan bê kirin. Ji ber vê xwezayîbûnê em jî dixwazin cenazeyan werbigirin. Em ji bo her du cenazeyan peywîra mirovî ya dawî pêk tînin. Em dixwazin astengî neyên derxistin û em cenazeyan werbigirin bînin li bajarên wan veşêrin.”

Şande hê jî li Deriyê Xêbûr ê Silopiyayê tê rawestandin.