Şêniyên Qamişloyê: Xewna me pêk hat

Şêniyên Qamişloyê got “Dîtina Rêber Abdullah Ocalan ji me re wekî xewnekê bû lê ew xewn îro pêk hat.”

Şêniyên Qamişloyê: Xewna me pêk hat
11 tîrmeh, 2025   10:32
QAMIŞLO
RÛŞAN EZEM

Têkildarî banga dîrokî ya duh û dîtina Rêber Abdullah Ocalan, şêniyên Qamişloyê nerîn û hestên xwe parve kirin.

Hêvîn Hesen coş û kêfxweşiya xwe ya piştî dîtina Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û got rojeke gelekî xweş bû ji bo gelê Kurd ku piştî 26 salan Rêber Abdullah Ocalan di vîdeoyekê de dît.

Hêvîn Hesen got: “Kêfxweşiya me nayê wesfkirin, îro ji bo me cejn e, cudayî hemû cejnên din e.”

Arif Yûsif jî got: “Piştî ew qas salên dirêj cara yekê ye ku me Rêber Abdullah Ocalan bi dîmen dît. Min hîs kir ku ez ji nû ve hatime dinyayê. Di wê kêliyê de ku dîmenên Rêber Apo min dîtin, min ji xwe re got êdî ez bimirim ez ê kêfxweş û rehet bimirim. Baweriya min heye ku em ê di demekê nêz de wî rû bi rû jî bibînin.”

Her wiha Nalîn Osman diyar kir ku ji dema ew biçûk bû heya niha her tim dayik û bavê wê hêviya wan hebû ku dê rojekê Rêber Abdullah Ocalan bibînin û ev hêvî pêk hat û got: “Dîtina Rêber Abdullah Ocalan ji me re wekî xewnekê bû, lê ev xewn pêk hat.”

ANHA