Rojnameyên erebî: Divê gelê Filistînê sûdê ji ezmûna Kurdan wergire

Rojnameyên erebî biryara PKK’ê ya çekdanînê wek pêngaveke sembolîk a niyeta baş nirxand û diyar kir ku ev pêngav bi armanca avakirina baweriyê û vekirina rê li ber Tirkiyeyê ye da ku sozên xwe bi cih bîne. Di rojnameyan de bang li gelê Filistînê jî hat kirin ku sûdê ji ezmûna gelê Kurd wergire.

Rojnameyên erebî: Divê gelê Filistînê sûdê ji ezmûna Kurdan wergire
11 tîrmeh, 2025   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên vê sibehê de merasîma dîrokî ya bersivdayîna banga Rêber Abdullah Ocalan ku îro li bajarê Silêmaniyê li dar dikeve, her wiha hêviyên Netanyahu yên pêkanîna peymana radestkirina girtiyan nirxandin.

‘TIRKIYE: ÇARESERIYEKE DÎROKÎ BI KURDAN RE’

Rojnameya El Xelîc bi bîr xist ku PKK dê îro li Silêmaniyê bi beşdariya rojnamevanan merasîma danîna çekan a nêzî 40 endamên xwe li dar bixe. Rojnameyê biryara PKK’ê wek "pêngaveke sembolîk a niyeta baş" nirxand ku "armanc jê avakirina baweriyê, vekirina rê li ber hikumeta Tirkiyeyê ye da ku gavên din biavêje û sozên xwe yên ji bo aştiya mayînde bi cih bîne.”

Rojnameyê destnîşan kir ku Tirkiye dê bikeve qonaxeke nû û wiha domand: “Bi bidawîbûna serhildanê re, pirsgirêka Kurd dê bibe dozeke siyasî, sivîl û demokratîktir. Çareserkirina wê dê demê bigire. Ev berpirsyariyek e ku hem aliyê fermî yê Tirkiyeyê û hem jî Kurd digirin ser xwe."

’KURDAN KIR... FILISTÎNÎ DÊ KENGÎ BIKIN?’

Rojnameya El Ereb jî der barê heman mijarê de nûçeyek weşand. Rojnameyê diyar kir ku biryara PKK’ê ya çekdanînê nayê wateya destberdana ji "doza gelê Kurd", lê wekî guhertina rêbazê nirxand.

Rojnameyê doza Filistînê jî wek mînak nîşan da û bang li filistniyan kir ku sûdê ji ezmûna nû ya Kurdan ku têkoşîna çekdarî veguherand têkoşîna aştiyane û siyasî, wergirin. Her wiha destnîşan kir ku şer êdî xizmta doza Filistînê nake, lê wê di nava hevsengiyên hêzên navneteweyî de lawaz dike.

‘NETANYAHU HÊVÎ DIKE DI NAV ÇEND ROJAN DE PEYMANEKÊ TÊKILDARÎ REHÎNAN ÇÊKE’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da hewldanên serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ên bi armanca pêkanîna peymanekê bi Hemasê re ji bo berdana rehîneyên îsraîlî ku dê di çarçoveya agirbesta 60 rojan bê kirin. Hate diyarkirin Netanyahu got hîn jî 50 girtî li gel Hemasê ne, tê bawerkirin ku tenê 20 ji wan sax in.

Der barê hûrgiliyên rêkeftina çaverêkirî de rojnameyê ragihand ku "nîvê zindî û nîvê mirî  anku nêzîkî 10 zindî û 12 mirî dê werin berdan. Armanca dawîn vegera hemû rehîneyan e." Têkildarî helwesta Hemasê jî rojnameyê destnîşan kir ku ew hebûna nakokiyên bingehîn di dan û standinan de, dîsa jî vekişîna artêşa Îsraîlê ji Xezayê, gihandina alîkariyan û garantiyên ji bo agirbesteke daîmî, piştrast dike."

(bb)