Şêniyên Qamişloyê îro jî li dijî bilindbûna buhayan û qutbûna elektrîkê daketin kolanan

Şênî û xwediyên dikanan li bajarê Qamişloyê xwepêşandanên xwe yên li dijî bilindbûna buhayan û qutbûna elektrîkê, di roja sêyemîn de berdewam kirin.

Şêniyên Qamişloyê îro jî li dijî bilindbûna buhayan û qutbûna elektrîkê daketin kolanan
Şêniyên Qamişloyê îro jî li dijî bilindbûna buhayan û qutbûna elektrîkê daketin kolanan
Şêniyên Qamişloyê îro jî li dijî bilindbûna buhayan û qutbûna elektrîkê daketin kolanan
Şêniyên Qamişloyê îro jî li dijî bilindbûna buhayan û qutbûna elektrîkê daketin kolanan
Şêniyên Qamişloyê îro jî li dijî bilindbûna buhayan û qutbûna elektrîkê daketin kolanan
Şêniyên Qamişloyê îro jî li dijî bilindbûna buhayan û qutbûna elektrîkê daketin kolanan
23 hezîran, 2026   13:48
QAMIŞLO

Îro, bi dehan şênî û xwediyên dikanan li Kolana El Wehde ya Qamişloyê li dijî bilindbûna buhayan û qutbûna elektrîkê ya ji ber kêmbûna sotemeniyê xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandêran pankartên ku daxwaza çareserkirina krîza sotemenî û elektrîkê û başkirina şert û mercên jiyanê dikirin, hildan. Beşdaran dirûşmên "Em daxwaza edaleta civakî dikin" û "Gel şert û mercên çêtir dixwaze" qîr kirin û li kolanên sereke yên bajêr meşiyan.

Di xwepêşandanê de, xwepêşanderan diyar kir ku kêmbûna sotemeniyê û qutbûna elektrîkê rasterast bandorê li jiyana wan a rojane û karsaziyên wan dike.

Di 2 rojên borî de li Çargoşeya Şehîd Robar xwepêşandanên bi heman armancê hatin lidarxistin.

(k)