Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava derî ji fîlman re hat vekirin

Komîna Fîlman a Rojava ji bo Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 6’emîn ku dê di navbera 13-20’ê Mijdara 2026’an de pêk bê, dest bi pêşwazîkirina fîlman kir.

Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava derî ji fîlman re hat vekirin
23 hezîran, 2026   13:41
QAMIŞLO

Komîna Fîlman a Rojava dê îsal di navbera 13-20’ê Mijdara 2026’an de Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava 6’emîn li dar bixe. 

Di Gulanê (2026) de komîteya amadekar a mîhrîcanê hat diyarkirin.

Li gorî agahiyên berdest, komîteyê 17’ê Gulanê derî ji pêşwazîkirina fîlman re vekir û dê heta 31’ê Tîrmehê fîlman pêşwazî bike.

Dê fîlmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlmên kurdî û navneteweyî bên pejirandin. Fîlmên li ser têkoşîna gelên bindest, mafê mirovan, maf û têkoşîna jinan, parastina xwezayê, têkoşîna gelê Kurd bên wergirtin.

Her wiha dê di mîhrîcanê de pêşbirka senaryoyan jî bê lidarxistin.

Komîteyê diyar kir ku heta niha hejmara fîlmên ku beşdar bibin nehatiye diyarkirin.  

Dê mîhrîcan li bajarê Qamişloyê pêk bê, lê hola ku lê pêk bê hîn nehatiye diyarkirin.

Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava cara yekem di Mijdara 2016`an de hatibû lidarxistin, a duyemîn di 13`ê Mijdara 2017’an de li Qamiloyê, ya 3`yemîn di Mijdara 2018`an de li Kobanê û ya 4`emîn di 13`ê Mijdara 2019`an de li Qamişloyê, pêk hat.

Mîhrîcana 5`emîn dê di sala 2022`yan de pêk bihata, lê ji ber şert û mercên ewlekariyê di 13-20’ê Mijdara 2025’an de li Qamişloyê pêk hat.

(bî)

ANHA