Komîteyek ji bo diyarkirina buhayên petrolê hat avakirin

Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê ji bo lêkolînkirin û diyarkirina buhayên petrolê û çavkaniyên madenî komîteyek ava kir.

Komîteyek ji bo diyarkirina buhayên petrolê hat avakirin
23 hezîran, 2026   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê enerjiyê yê Sûriyeyê biryara 822‘an a îsal (2026) derxist. Di biryarê de hatiye gotin ku komîteyeke daîmî ji bo diyarkirina buhayên petrolê û çavkaniyên madenî tê avakirin.

Li gorî biryarê, komîte bi serokatiya cîgirê wezîrê enerjiyê yê kar û barên petrolê, ji nûnerên wezaretên enerjî, diravî, Banka Navendî ya Sûriyeyê, Şîrketa Petrolê, Şîrketa Sotemeniyê, nûnerên wezaret û Wezareta Aborî û Pîşesaziyê pêk tê.

Di biryarê de hatiye diyarkirin ku erka komîteyê; buhayên petrolê û çavkaniyên madenî li gorî guhertinên herêmî û navneteweyî, buhayên cîhanî, lêçûn û serfkirina lîreya Sûriyeyê û mekanîzmeya destekkirinê lêkolîn bike. Di heman demê de esas û pîvanên taybet ên diyarkirina buhayan û nûkirina wan bi awayekî asayî deyne û pêşniyarên pêwîst pêşkêşî Wezareta Enerjiyê bike.

Ev biryar di demekê de hate dayîn ku buhayên petrolê li herêmê bilind bûne û li dijî wê xwepêşandan dewam dikin.

(bb)