Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 6 caran agirbest binpê kir

Di hefteya yekem a biryara agirbestê ya di navbera QSD û hikumeta veguhêz de çekdarên hikumeta veguhêz 6 caran agirbest binpê kir û êriş pêk anîn.

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 6 caran agirbest binpê kir
15 cotmeh, 2025   05:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê hikumeta veguhêz a Sûriyê di 7’ê mijdarê de ragihand ku di navbera wan û QSD’ê de biryara agirbestê û rawestandina çalakiyên leşkerî hatiye imzekirin. Biryara agirbestê di civîna li Şamê ku di navbera herdû aliyan de pêk hat, hate destnîşankirin.

Ev hefteyek di ser agirbestê re derbas bûye. Di vê hefteyê de çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyê ev 6 carin êrişan pêk tîne. Piraniya êrişan di rojên yekem ên peymanê de pêk hatine.

Di 9’ê mijdarê de komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyê girê Sîrya Tel û derdora Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran topbaran kir.

Di heman rojê de QSD’ê ragihand ku çekdarên hikumeta veguhêz li Dêrazorê êrişî noqteyên wan ên li rojhilatê bajar kir. Di encamê de şervanekî QSD’ê şehîd bû  û 7 birîndar bûn.

QSD’ê got şervanên wan bersiva çavkaniya êrişan daye û derbe li êrişkaran xistiye..

Li Taxa Şêxmeqsûd jî hêzên hikumeta veghêz 3 bendên kontorlê yên nû li riya ketina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêkirin. Endamên van bendan welatiyan radiwestînin û tevgera wan asteng dikin. Hemwextî vê tevgera çakdaran herdû tax Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatin topbarankirin.

Carde li Helebê, hêzên ewlekariya hundir ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê aşkere kir ku hemwextî topbarana li ser herdû taxan, hêzên hikumeta veguhêz agirbest binpê kiriye. Li derdora Çerxeriya El Cendûl- Herêma Meamil, noqteyên leşkerî çêkiriye. Noqteyek din li derdora taxa Şêxmeqsûd çêkiriye.

Di 13’ê mijdarê de jî hêzên hikumeta veguhêz hewl dan bikevin gundewarê Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Hêzên QSD’ê hewldana wan têk bir. Di encama bersivdayînê de çekdarekî hikumeta veguhêz hate kuştin.

TEVÎ BINPÊKIRIN Û ÊRIŞAN JÎ QSD PABENDÎ AGIRBESTÊ YE

Tevî binpêkirinên berdewam ên hikumeta veguhêz, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ye û her li gorî biryaran tevdigere. Her wiha ji bo danûstendinên navxweyî yên Sûrî-Sûrî amade ye. QSD û hêzên ewlekariya Hundir jî destnîşan kirin  ku ew amade ne pabendî itîfaqê bin.

Di vê derbarê de Endamê Fermandariya QSD’ê li eniya Dêrhafirê Zihêr Efrîn ji ajansa me re got ku ew li gorî agirbesta hikumeta veguhêz erê kiriye, tevdigerin û ev tişt anî ziman: “Binpêkirin ji aliyê hikumeta veguhêz ve têne kirin.”

(dc)

ANHA