Şêniyên Qamişloyê: Em ê heta dawiyê mafê xwe yê ziman biparêzin 

Gel û xwendekarên Qamişloyê ji bo zimanê kurdî meşiyan û got “Bi hezaran şehîd, birîndar û gazî ji bo doza hebûnê bûn. Hebûna me jî di ziman û çanda me de ye. Em ê heta dawiyê li hemberî van biryaran derkevin.”

8 îlon, 2026   13:42
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişloyê bi beşdariya xwendekar, mamoste û gel ji bo şermezarkirina biryara hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya ji bo zimanê kurdî, meşek li dar xist. Meş bi dirûşma “Zimanê me hebûna me ye, em mafê perwerdeya bi kurdî dixwazin” pêk hat. 

Meşê ji Çerxerêya Sonî dest pê kir û heta Qada Şehîdan a li naverasta bajêr berdewam kir. Di meşê de pankartên “Zimanê me nasnameya me ye”, “Kurdî ne tenê ziman e, dîroka me ye”, “Zimanê me, hebûna me, çanda me”, “Mîsogeriya zimanê me destûrî ye” û hwd hatin hildan. Her wiha dirûşmên “Zimanê me kurdî ye, mafê me destûrî ye” û “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin.

Meş li Qada Şehîdan rawestiya, bi sirûda Ey Reqîb kêliyek rêz ji bo giyanê şehîdan hat girtin. Piştre endama Koordînasyona Kongra Star Cewahir Osman axivî.

Cewahir Osman diyar kir ku gelê Kurd her roj ji bo zimanê xwe li ser pêyan e û wiha axivî: “3-4 demjimêr tenê ji bo zimanê me vediqetînin, ev cihê şermezariyê ye. Ji ber ku em xwedî çand in, xwedî nirx in. Bi hezaran şehîd, birîndar û gazî ji bo doza hebûnê çêbûn. Hebûna me jî di ziman û çanda me de ye. Di jiyana me ya bi kurdî de ye. Em ê heta dawiyê li ku bê xwestin, li hember van biryaran derkevin”.

Meş bi dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

(bî)