Mehmûd Xelîl Elî: Beşeke nû ya koçberan dê vegere Serêkaniyê

Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl Elî da zanîn ku girîngiyeke mezin didin vegera koçberên ji Serêkaniyê û beşeke nû ya koçberan dê di dema bê de ji Kampa Serêkaniyê berê xwe bide gund û bajarê xwe Serêkaniyê.

Mehmûd Xelîl Elî: Beşeke nû ya koçberan dê vegere Serêkaniyê
Mehmûd Xelîl Elî: Beşeke nû ya koçberan dê vegere Serêkaniyê
Mehmûd Xelîl Elî: Beşeke nû ya koçberan dê vegere Serêkaniyê
Mehmûd Xelîl Elî: Beşeke nû ya koçberan dê vegere Serêkaniyê
8 îlon, 2026   14:09
HESEKÊ

Îro karwanê duyemîn ê koçberên Serêkaniyê yên ku li Kampa Serêkaniyê dimînin, piştî 7 salên koçberiyê bi rê ket. Ew karwan berê xwe dide 55 gundên girêdayî bajarê Serêkaniyê, herêmên Zirgan û Til Temirê.

Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku girîngiya mezin ji bo vegera hejmareke mezin a koçberên Serêkaniyê tê dayîn, dê di hefteya bê de hejmara koçberan bilindtir bibe.

Mehmûd Xelîl Elî da zanîn ku beşeke nû ya koçberan dê ji Kampa Serêkaniyê vegere gund û bajarê Serêkaniyê, xebatên ji bo vegera hejmareke mezintir di dema bê de didomin.

‘MAYIN LI PÊŞIYA VEGERA ŞÊNIYAN DIBIN ASTENG’

Mehmûd Xelîl Elî destnîşan kir ku belavbûna mayinan yek ji sedemên derengmayîna vegera koçberan e, rewşa ewlehî jî rê nade ku şênî vegerin herêmên xwe yên zirar dîtiye.

Mehmûd Xelîl Elî da zanîn ku hikumeta veguhêz bi tensîqa hêzên leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û rêxistinên peywendîdar ji bo lezkirina bidawîkirina rakirina mayinan ji bajar û derdora wê, xebatê dide meşandin.

‘JI BO VALAKIRINA MALÊN SIVÎLAN XEBAT HENE’

Têkildarî mijara kesên ku dest danîne ser malên sivîlan li bajarê Serêkaniyê, Mehmûd Xelîl Elî diyar kir ku kesên ku ji parêzgeha Hesekê bi taybet ji taxên El Ezîziyê û Xiwêran berê xwe dabûn bajêr, xebatên ji bo vegerandina wan pêk hatin.

Mehmûd Xelîl Elî destnîşan kir ku hejmareke kesên ku dest danîne ser malên sivîlan ên ku ji Dêrazorê çûne bajêr, hîn di wan malan de ne, ji bo vegera wan xebat berdewam dikin.

Elî da zanîn ku temamkirina vegera koçberan a ji bo gund û bajarê Serêkaniyê dê dosya valakirina malan bi dawî bike.

(sb)

ANHA