Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bîranînên şehîdan

Şehîdên ku di dîrok û cihên cuda de şehîd bûne, ji bo bîranîna wan li bajarên cuda yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bernameyên taybet ên bîranînan dewam dikin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bîranînên şehîdan
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bîranînên şehîdan
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bîranînên şehîdan
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bîranînên şehîdan
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bîranînên şehîdan
8 îlon, 2026   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Komeleya Yekitiya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) ji bo şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê ku di dîrok û cihên cuda de şehîd bûne, li bajarên Bakurê Kurdistanê Colemêrg, Semsûr, Îdir, Êlih û bajarên Tirkiyeyê yên Enqere, Konya û Îzmîrê bernameyên taybet ên bîranînan têne lidarxistin.

Bîranîn li Colemêrg, Enqere û Konyayê 2 rojan û li Îdir 3, Semsûr, Îzmîr û Êlihê 3 rojan bidomin.