Li Tebqayê panela ‘Jin û Vîn’

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê panelek bi navê "Jin û Vîn" da.

Li Tebqayê panela ‘Jin û Vîn’
Li Tebqayê panela ‘Jin û Vîn’
Li Tebqayê panela ‘Jin û Vîn’
Li Tebqayê panela ‘Jin û Vîn’
Li Tebqayê panela ‘Jin û Vîn’
17 adar, 2024   15:02
TEBQA

Koordînasyona Jinan a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê panelek bi navê "Jin û Vîn" da. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya tev li panelê bûn.

Panel di çarçoveya encamên civîna salane ya Koordînasyona Jinan a Meclisa Rêveber de ku dawiya Kanûna 2023`yan li dar ket, hate dayîn.

Di panelê de mijarên “Astengiyên li pêşiya jinan di dîrokê û aloziya Sûriyeyê de” û "Destkeftiyên jinan li gel Rêveberiya Xweser bi dest xistine" hatin gotûbêjkirin.

Hevseroka Nivîsgeha Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê Semer Şihabî axivî û bal kişand ser berxwedana jinan di nava malbat û civakê de û li hember zîhnetiya dîktatoriyê û got: “Jinên sûriyeyî rola xwe di avakirina civakê û parastina çanda wê û rizgarkirina wê de lîst."

Di beşa duyemîn a panelê de behsa destkeftiyên jinan hate kirin ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine.

Di dawiya panelê de jinan diyar kir ku divê têkoşîn bê mezinkirin ji bo ku li hember astengiyan bisekinin û jin li her derê cihê xwe bigirin.

(şx)

ANHA