Şêniyên li bendava Tişrînê: Êrişên dewleta Tirk nikarin çalakiyên me rawestînin

Şêniyên kantona Firatê ku li bendava Tişrînê çalakiya nobedariyê dikin, destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dê çalakiya wan asteng nekin. Şêniyan bang li hêzên navneteweyî kir ku êrişan rawestînin.

Şêniyên li bendava Tişrînê: Êrişên dewleta Tirk nikarin çalakiyên me rawestînin
29 ÇILE, 2025   14:58
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Şêniyên kantona Firatê ku li ser bendava Tişrînê çalakiya nobedariyê dikin, bi daxuyaniyekê êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk a kantona Firatê Sebrî Nebo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê hate gotin ku şêniyên kantona Firatê çalakiya nobedariyê 5 rojan dewam kirin û çalakî dê îro ji hêla şêniyên kantona Cizîrê ve ku duh gihaşte bendavê, were domandin.

Her wiha hate gotin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dê wan netirsînin û çalakiya wan ranewestîne.

Di daxuyaniyê de bombebarana artêşa Tirk a dagirker a duh li ser bajarê Sirînê ku di encamê de 12 sivîl şehîd bûn û 13 jî birîndar bûn, hate şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku erka xwe pêk bînin û êrişên li dijî sivîlan rawestînin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Berxwedana bendava Tişrînê ji bo parastina wê heta ku êriş rawestin dê bidome.”

(k)