Li hember komkujiyan bertekên tund

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li Reqa û Tebqayê û Meclisa Civakî yan Ermenî li Hesekê komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî zarok û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar kirin û daxwaz kir ku demildest bên rawestandin û berpirsyarên wan bên cezakirin.

Li hember komkujiyan bertekên tund
29 ÇILE, 2025   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker duh li dijî li bajarên Sirîn û Zirganê 2 komkujî pêk anîn ku di encamê de 15 sivîl şehîd bûn û 22 jî birîndar bûn.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantona Reqayê bi amadebûna endamên saziyên sivîl û nûnerên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Cîhan Mihemed ve li ber avahiya meclisê ya li bajarê Reqayê hat xwendin.

Daxuyaniyê bal kişand ser bêdengiya li hember sûcên dagirkeriya Tirk ku hemû mafên navneteweyî binpê dike û hate xwestin ku civata navneteweyî berpirsyariyên xwe pêk bîne.

Li kantona Tebqayê jî bi amadebûna bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û desteyên girêdayî wê, Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê, heman daxuyanî ji aliyê rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Huda El Elî ve hate xwendin.

Meclisa Civakî ya Ermenî jî li bajarê Hesekê der barê mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Tevgera Ciwanên Ermenî Luşnak Kavoryan ve li pêşiya avahiya meclisê ya li taxa Kababa ya Hesekê bi amadebûna endamên meclisê û ciwanên Ermen hate xwendin.

Meclisa Civakî ya Ermenî bi tundî ev komkujiyên hovane şermezar kirin û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bêdengiya xwe bişikînin û ji bo rawestandina van sûcan demildest destwerdanê bikin.

reqa

tebqa