Şêniyên kantona Mînbicê berxwedana zindanan silav kir

Şêniyên Minbicê ji bo şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker li dijî girtiyên li Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, meşiyan.

Şêniyên kantona Mînbicê berxwedana zindanan silav kir
Şêniyên kantona Mînbicê berxwedana zindanan silav kir
Şêniyên kantona Mînbicê berxwedana zindanan silav kir
Şêniyên kantona Mînbicê berxwedana zindanan silav kir
Şêniyên kantona Mînbicê berxwedana zindanan silav kir
Şêniyên kantona Mînbicê berxwedana zindanan silav kir
Şêniyên kantona Mînbicê berxwedana zindanan silav kir
18 kanûn, 2023   17:20
MINBIC

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Minbicê di çarçoveya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku 10`ê Cotmehê dest pê kiriye, meşek li dar xist. Bi sedan şênî, endamên Rêveberiya Sivîl, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Meclisa Malbatên Şehîdan û rûspiyên kantonê tev li meşê bûn. 

Meşê ji çerxerêya Mîzan dest pê kir û li çerxerêya El Meseb rawestiya û veguhertî mitingê.

Li ber çerxerêya El Meseb berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Minbicê Riweyde Hinêzel axivî û got: "Em bang li azadiya fîzîkî ya Rêberê neteweyî û ronakbîr Abdullah Ocalan ku sembola azadiyê ye û bi saya fikrê wî gelên azad gihaştin azadiya xwe, dikin."

Riweyde bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan kir ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin ji bo ku tecrîdê bi dawî bike û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were."

Riweyde soza mezinkirina û domandina têkoşînê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, da.

Endamê Komîteya Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a kantona MInbicê Zekî El Hesen carek din soz da gel û Rêber Abdullah Ocalan ku serkeftinê bi dest bixin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Dawiya çalakiyê, "Bijî berxwedana girtîgehan" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

(şx)

ANHA