El Sîsî careke din bû serokkomarê Misrê

Desteya Nîştimanî ya Hilbijartinan a Misirê ragihand ku Ebdulfetah El Sîsî di hilbijartinên serokkomariyê de piştî ku 39 milyon û 702 hezar deng bi dest xistin, bi ser ket.

El Sîsî careke din bû serokkomarê Misrê
18 kanûn, 2023   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Nîştimanî ya Hilbijartinan a Misirê piştî ku encamên dengdayînê yên derve û yên hundir hijmartin, ragihand ku Ebdulfetah El Sîsî careke din bû serokkomarê Misirê.

Desteyê aşkera kir ku namzetên din li hember pêvajoya hilbijartinan, dengdayînê û encamên hilbijartinên gilî nekir.

Li gor madeya 241 a destûrê, dema serokkomarê niha piştî 6 salan ji dema hilbijartina wî di 2018`an de bi dawî dibe, her wiha dikare careke din bê hilbijartin.

(şx)