Rejîma Îranê 4 sal cezayê girtîgehê li çalakvaneke siyasî birî
Rêxistina Mafên Mirovan a Herana ragihand ku rejîma Îranê cezayê girtîgehê li çalakvana siyasî Gelare Ebasî birî.

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Herana belavkirî, Gelare Ebasî ya 49 salî û xelkê Tehranê, ji aliyê liqa 23 ya Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi 4 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin.
Hate diyarkirin ku çalakvana siyasî bi tometa ‘kombûn û komployên li dijî ewlehiya neteweyî û propagandaya li dijî dewletê’ hate sucdarkirin.
Hêjayî gotinêye ku di 17’ê Sibata îsal de çalakvana siyasî Gelare Ebasî li mala xwe ya li Tehranê, ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ya Îranê ve, bêyî fermana dadwer hate binçavkirin û ji bo girtîgeha Evînê hate şandin. Piştî di 28’ê Adarê de bi şêweyek demkî û bi dayîna milyarek tîmen heta dema darizandinê hatibû berdan.