Şêniyên Hesekê li ber baregeha koalîsyonê: Divê êrişên dagirkeriya Tirk rawestin

Bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiyên li dijî nobedarên bendava Tişrînê û bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî, bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê li pêşiya baregeha Koalîsyonê li taxa Xiwêran a bajêr çalakî lidar xist.

20 ÇILE, 2025   15:49
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê li derdora xaçarêya şehîdên Girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran kom bûn. Şêniyan dirûşmeyên şermezarkirina bombebarana dewleta Tirk a li ser bendava Tişrînê, hedefgirtina nebedarên bendavê û bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî berz kirin.

Girse ji wir bi xwepêşandanekê ber bi baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li taxê ve bi rê ket.

Şêniyan li ber baregeha Koalîsyona Navneteweyî çalakiyek li dar xistin û pankartên bi nivîsa "Kujerê mirovahiyê Erdogan", "Bendava berxwedanê çavkaniya têkoşîn û jiyana hevbeş e", "Na ji kiryarên dewleta Tirk re", "na ji êrîşên li ser bendava Şehîdan re” û “Na ji bomberdûmana dewleta Tirk re, "Em daxwaza qedexeya asmanî dikin" bilind kirin.

Her wiha wêneyên şehîdên sivîl yên li bendava Tişrînê şehîd bûne hildan. 

Li pêşiya baregeha koalîsyonê, şandeyeke çalakvanan derbasî navenda koalîsyonê bû  û daxwaznameyk pêşkêş kirin, di daxwaznameyê de hate xwstin  ku êrişên dewleta Tirk bêne rawestandin, qedexeya asmanî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê ferzkirin, sivîl bêne parastin û piştgiriya Hêzên Sûryeya Demokratîk bê kirin.

Beşdarên çalakiyê tekez kirin ku bêdengiya hêzên navdewletî, di serî de welatên koalîsyonê, rê  dide dewleta Tirk a dagirker ku sûcên xwe yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomîne.

(k)