Şêniyên herêmê astengkirina derbasbûna konvoya alîkariyan şermezar kir

Pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê astengkirina konvoya alîkariyên mirovî yên ku ji herêmê ji bo xelkên li peravên Sûriyeyê hatine şandin, şermezar kir.

17 nîsan, 2025   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Hesekê, Til Hemîs, Şedadê û Amûdê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo şermezarkirina komkujiyên ku li dijî sivîlan li peravên Sûriyeyê tên kirin û nehiştina derbasbûna konvoya alîkariyên mirovî ji bo xelkê peravê xwepêşandan hatin lidarxistin.

HESEKÊ: XWEPÊŞANDANA GIRSEYÎ JI BO ŞERMEZARKIRINA KOMKUJIYAN Û ASTENGKIRINA ALÎKARIYÊ

Li bajarê Hesekê xwepêşandaneke girseyî li ber Mizgefta Xelîl a taxa El Salihiyê dest pê kir û heta qada Şehîdan a taxa El Muftî berdewam kir.

Di xwepêşandanê de beşdaran pankartên bi nivîsên "Em daxwazin ku ji sûcdaran hesab were pirsîn", "Xelkên Hesekê û pêkhateyên wê komkujiyên li peravên Sûriyeyê şermezar dikin", "Ji kuştinê re na", "Berxwedan jiyan e" bilind kirin.

Li ser navê pêkhateyên bajêr, Ebdulxenî Oso axivî û tekez kir ku dîroka Sûriyeyê li ser bingeha yekrêziya di navbera hemû pêkhateyan de hatiye avakirin û aliyên ku destwerdanê di karûbarên Sûriyeyê de dikin berpirsê parçekirin, şer û pevçûnan e.

Oso her wiha got: "Tiştê ku li peravên Sûriyeyê diqewime berdewama êşeke kevn e, ev tawan û astengkirina alîkariyan, nayên qebûlkirin. Armanca me tenê piştgiriya mirovahî ye û em ê heta dawiyê li kêleka gelê xwe bin. "

TIL HAMÎS: XWEPÊŞANDANEKE GIRSEYÎ Û DAXUYANIYEKE FERMÎ LI DIJÎ KOMKUJIYAN

Li bajarê Tl Hemîsê bi sedan şêniyên bajêr û gundewarên tev li xwepêşandê bûn. Şêniyan alên Rêveberiya Xweser û pankartên bi nivîsa "Sûcên li peravên Sûriyeyê rawestînin" û "Na ji hikûmeta ku nûnertiya Emşat û Hemzat dike re" hildan.

Girseya gel li kolanên bajêr geriyan, û li nêzî çerxerêya Sewami kom bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê Meclisa Til Hemîsê Amaş El Ebdullah daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de komkujiyên ku li peravên Sûriyeyê ji aliyê komên girêdayî desthilata Şamê ve tên kirin, hatin şermezarkirin.

Endama Kongreya Star Îman El Hisên jî axivî û got, "Komên çete yên weke Emşat û Hemzatan nehiştin konvoya alîkariyên mirovî bigihêje kesên hewcedar. Em dixwazin korîdorên ewle ji bo alîkariyê werin vekirin û ji kesên sûc kirine hesab were pirsîn. "

ŞEDADÊ: AQÛBETA ME YEK E

Girêdayî mijarê, Meclisa Bajarê Şedadê bi beşdariya nûnerên ji bajarên Erîşa û Mergede li pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê xwepêşandanek li dr xist. Di xwepêşandanê de rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihêdî El Dexêm axivî û got: "Em piştgiriya didin gelê xwe yê li perava Sûriyeyê û sûcên li dijî wan hatine kirin şermezar dikin. Nehiştîna derbasbûna alîkariyan karekî derexlaqî ye û dijî pransîbên mirovahiyê yên herî hêsan in."

XELKÊ AMÛDÊ BNANG KIR KU ASTENGIYA LI PÊŞ DERBSABÛNA ALÎKARIYAN JI BO PERAVA SÛRIYEYÊ BI DAWÎ BIKIN

Bi sedan xelkê bajarê Amûdê xwepêşandaneke girseyî li dar xist û bang kir ku rê bidin ku konvoya alîkariyên mirovî yên ji Rêveberiya Xweser ji bo xelkê perava Sûriyeyê hatine pêşkêşkirin, derbas bibin. Şêniyan girîngî da girêdana civakî û yekitiya pêkhateyên gelê Sûriyeyê.

Xwepêşandan ji Qada Şehîd Cîhan ber bi Qada Jina Azad ve dest pê kir. Xwepêşandêran alên Rêveberiya Xweser û pankartên "Konvoya alîkariyên mirovî yên ji Rêveberiya Xweser ji xelkê perava Sûriyeyê re hatine pêşkêşkirin" hildan, her wiha li kêlek wê jî wêneyên birîndaran û diruşma Heyva Sor a Kurdî bilind kirin.

Li qadê, endamê Akademiya Civaka Demokratîk Selah Şêxmûs bi navê beşdaran daxuyaniyek xwend û tê de qedexeya derbasbûna alîkariyan şermezar kir û bi du qatê sûcê mirovî wesif kir, her wiha bang li desthilata Şamê kir ku astengiya li pêş derbasbûna konvoyê bi dawî bike.

Xwepêşandan bi diruşmên silavkirina berxwedana gelan û banga danîna sînorekê li hember astengiya derbasbûna alîkariyên mirovî, bi dawî bû.