MSD’ê civînek pêşîn ji bo Konferansa Jinan a Sûriyeyê li dar xist

Meclisa Jinan a Sûriyeyê di çarçoveya amadekariyên lidarxistina Konferansa Jinan a Sûriyeyê de, li kantona Tebqayê civînek li dar xist.

17 nîsan, 2025   19:03
TEBQA

Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina Konferansa Jinan a Sûriyeyê de, Meclisa Jinan a Sûriyeyê civînek li kafîteryaya Biyûtî ya bajarê Tebqayê organîze kir.

Di civînê de rêvebera Nivîsgeha MSD’ê ya kantona Reqayê Newroz Ebdurehman li ser xebatên MSD’ê ku di 8’ê Îlona 2017’an de li Minbicê hatiye damezrandin axivî û diyar kir ku armanca wan a sereke jinên Sûriyeyê di tevahî aliyan de werin xurtkirin û nivîsgehên MSD’ê li tevahî herêmên Sûriyeyê vekin.

Newroz wiha got: "Dûrxistina jinan ji reşnivîsa destûra nû ya Sûriyeyê ji hêla hikumeta heyî redkirî ye. Jinan di tevahî aliyên siyasî û leşkerî de xwe îsbat kir û îro dikare pêşengiya civakê bike. Em xebatê li ser lidarxistina konferansekê dikin ku bibe weke îsbata hebûna me û em mafên xwe yên tevahî di destûra Sûriyeya nû de bixwazin."

Beşdaran di civînê de girîngî da hişyarkirina jinan li ser maf û erkên wan, pêwîstiya bidawîkirina paşguhkirina rola jinan, her wiha beşdaran bang kir ku mafên jinan bi tevahî bên dayîn, bi taybet di aliyê siyasî de û di hikumeta bê de xwedî rola aktîv be.

Her wiha beşdaran got divê bi rêya beşdariya jinan di komîteyên şopandin û hesabpirsînê de edaleta civakî pêk were û banga derxistina qanûnên wekhevî û naskirona rola jinan di şoreşa Sûriyeyê de hat kirin.

Ev civîn, gava pêşîn a lidarxistina Konferansa Jinan a Sûriyeyê ye. Wê di konferansê de bingehên beşdariya jinan di avakirina dewleta Sûriyeya nû de li ser esasên demokrasiyê bên dayîn ku edalet û wekhevî ji tevan re misoger bibe.

(mh/fr)

ANHA