Şêniyên Hemayê ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikişînin

Şêniyên gundewarên Hemayê ji ber kêmbûna avê zehmetiyên giran dikişînin. Li gundê Belîn toreke avê ya kevn û 2 bîr bene, her du jî ji bo pêdiviyên gund têrê nakin. Li hemberî wê jî aliyên berpirs ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê tu gav ji bo çareserkirina vê krîzê neavêtine.

Şêniyên Hemayê ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikişînin
16 mijdar, 2025   06:45
HEMA

Ji ber tunebûna xizmetguzariyê û paşguhkirina saziyên hikumetê, welatiyên Hema û gundewarên wê zehmetiyên giran dikişînin.

Li gundê Belîn ê gundewarên rojava yê Hemayê nêzî 5 hezar kes dijîn. Li wî gundî krîza avê ji mêj ve heye. Tevî salên dirêj ên zehmetiyê, tu çareserî nehatine pêkanîn, tenê soz tên dayîn lê nakevin pratîkê.

Tora ava vexwarinê ya li gund vedigere sala 1958'an, êdî ew li gorî pêdiviyên vê serdemê bi kêr nayên.

Li gorî daxuyaniyên fermî, li gund tenê 2 bîrên avê hene. Yek ji wan di saetê de 10 metredam û ya din di saetê de 40 metredam avê derdixin, lê belê sîstema belavkirina avê lewaz e û tenê 3 rojan dixebite. Xezana sereke heye, ew jî tenê 60 metredam dihewîne, ew jî ji bo çend malbatan jî têrê nake.

Tevî ku berpirsa bi vê krîzê îtîraf kiriye, lê dîsa jî tu çareserî û plansaziyên piratîkî nehatine pêkanîn. Çavkaniyên ji Yekîneya Avê ya Misyafê îtîraf kir ku bîra kevn têrê nake, niha jî pêşniyar heye ku bîra bakur bi enerjiya tavê were pêxistin, lê belê tu soz nehatin dayîn.

Hemwextî vê paşuhkirina ji aliyê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve, şêniyan bi însiyatîfeke xwebexş zeviyek bi rûbera 2 doniman ji bo pêkanîna projeya enerjiya tavê amade kir. Ev gav peyamekê dide hikumeta veguhêz: madem ku şênî desteka madî dide, wê demê çima proje nayên pêkanîn?

Şêniyên gund banga pêkanîna çareseriyeke bingehîn û guhartina tora avê ya kevin bi toreke nû ya li gorî pêdiviyên wan, kir. Her wiha şêniyan daxwaza lezkirina pêkanîna projeya enerjiya tavê kir.

(mh)

ANHA