QSD:  Hêzên me êrişeke hêzên hikûmeta veguhêz li gundewarê Reqayê têk bir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) eşkere kir ku hêzên wan êrikşeke komên çekdar ên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li gundewarê Reqayê tê bir.

QSD:  Hêzên me êrişeke hêzên hikûmeta veguhêz li gundewarê Reqayê têk bir
15 mijdar, 2025   22:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên wan bersiva êrişeke komên çekdar ên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li gundewarê Reqayê daye û êriş têk biriye.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

"Îro hêzên me li derdor gundê Xanim El Elî li gundewarê rojhilatê Reqayê rastî êirşke bêbext a hêzên girêdayî hikûmeta Şamê hatin. Komên çekdar di vê êrişê de balefirên bêmirov ên xwekuj û çekên giran bi kar anîn. Ev êriş rewşa tevlihev û êrişkariya komên hikûmeta Şamê nîşan dide. Ev êrişê li dijî ewlehiya sivîlan û aramiya herêmê pêk tên.

Hêzên me bi berpirsyarî, ev êrişa bêserûber têk birin. Di encama êrişê de 3 şervanên me bi sivikî birîndar bû, her wiha di nava komên êrikşar de jî hin kes birîndar bûn. Ev kiryarên bêserûber nîşan dide ku ev alî dixwazin tevlieviyê bikin û hemû hewlên çesipandina aramiyê têk bibin.

Hêzên bi awayekî berpirsyar bersiva êrişê dan û nehişt ku pevçûn berferhtir bibe, lê dîse em diyar dikin ku em ê li hember van êrişan bêdeng nemînin û ji bo parstina herêmên xwe çi pêwîst be bikin.

Em bang li aliyên ku va koman birêve dibin dikin ku wan koman û kiryarên wan ên bêsrûber rawestînin, ji ber ku bûne xeter li ser ewlehî û aramiya herêmê."

(k)