Nûrî Şêxo: Me erkên xwe bi cih anîn, em li benda gavên hikumeta veguhêz in

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo diyar kir ku rakirina bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşeke lihevkirinên bi hikumeta veguhêz re ye û da zanîn ku ambargoya li ser her du taxan dewam dike.

Nûrî Şêxo: Me erkên xwe bi cih anîn, em li benda gavên hikumeta veguhêz in
16 mijdar, 2025   05:50
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb di çarçoveya bicihanîna peymana 1’ê Nîsanê ya bi hikumeta veguhêz de, roja înê (14 Mijdar 2025) bendên kontrolê yên têketina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rakirin.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo der barê mijarê de ji ajansa me re diyar kir ku guhertinên çêdibin, di çarçoveya avakirina baweriyê û rakirina hemû hincet û astengiyên li pêşiya pêkanîna bendên peymana 4’ê Nîsanê de û rakirina ambargoya li ser her du taxan de ne.

Nûrî Şêxo anî ziman ku şertê bingehîn ê rakirina bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, aktîfkirina bendên hevbeş e da ku rola xwe bi awayekî guncawtir pêk bînin, bi taybetî piştî ku endamên pispor di aliyê hejmar û kalîteyê de anîn.

Şêxo îşaret pê kir ku ambargoya li ser her du taxan dewam dike û bi bîr xist ku ji 25’ê Îlonê de rê nayê dayîn sotemenî û pêdiviyên avahîsaziyê derbasî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin.

Şêxo di dewama axaftina xwe de got: "Em peymana 1’ê Nîsanê bi dîtineke taktîkî ya demkurt nanêrin, lê belê bi nêrîneke stratejîk a demdirêj lê dinêrin. Me erkên xwe bi cih anîne û em niha li benda hikumeta veguhêz in ku erkên xwe bi cih bîne."

Nûrî Şêxo bang li hikumeta veguhêz kir ku tevahî cureyên ambargoyê rake û rêya Dêr Hafirê veke, tevgera çûn û hatina şêniyan asteng neke û got ev beşeke bendên peymana îmzekirî ye.

Şêxo bal kişand ser civîna dawîn a li Tebqayê di 20’ê Cotmehê de li gel hikumeta veguhêz hatibû kirin û got piştî pêvajoya xitimînê, “ev civîn ji bo livandina peymanê xwedî roleke erênî bû”.

Nûrî Şêxo bi domdarî got: "Carinan em vê dipirsin; gela di dayîna biryaran de desthilat ji hikumeta veguhêz bilindtir e? Ji ber ku sozan dide, lê bi cih nayne.”

Şêxo destnîşan kir ku divê hikumeta veguhêz berpirsyariyên xwe yên exlaqî û mirovî bi cih bîne û wiha pê de çû: "Ez bawer dikim ku nûnerên hikumetê di wê baweriyê de ku nikarin bi êriş û dorpêçê serê gel bitewînin. Bûyerên 6’ê Cotmehê dema ku gel ji bo parastina destkeftiyên xwe û redkirina vegera li nuqteya sifrê rabû, hîna di bîra me de ne."

Şêxo îşaret bi vê yekê kir ku “eger hikumeta veguhêz di pêkanîna guhertineke giştî de cidî be, bila dest ji amûrên rejîma Baasê wekî dorpêçê berde û gavên cidî ji bo pêkanîna peymana 1’ê Nîsanê biavêje”.

Her wiha Şêxo got MÎT’a dewleta Tirk hewl dide şerekî navxweyî yê mezhebî û etnîk derxe ku ne di xizmeta gelê Sûriyeyê de ye. Her wiha bûyerên qetilkirina hejmareke şêniyan û berzkirina dirûşmên nîjadperestiyê ku Ii Efrîna dagirkerî rû dane, bi bîr xistin.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo anî ziman ku ew pabendî diyalog û peymanan in ta bi temamî li ser astên perwerde, xizmetguzarî, ewlehî û hwd werin bicihanîn.

(bb)

ANHA