Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Ehmed Efrîn

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî da malbata şehîdê YAT'ê Ehmed Efrîn û gotin: "Şehîdan rêya azadiyê bi fedakariya xwe xêz kir."

Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Ehmed Efrîn
Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Ehmed Efrîn
Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Ehmed Efrîn
Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Ehmed Efrîn
Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Ehmed Efrîn
Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Ehmed Efrîn
1 kanûn, 2023   18:07
HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê berê xwe da konê taziyeyê yê şehîd Ehmed Efrîn (Ehmed Silêman). Kon li pêşiya mala wî li rojavayê taxa Şêxmeqsûd hatibû vegirtin.

Şervanê Yekîneyên Antî Teror (YAT) Ehemed Efrîn (Ehmed Silêman) îlona borî di bersivdayîna êrişên çeteyên hikumeta Şamê de li gundewarê Dêrazorê birîndar bûbû û di 25'ê Mijdara de li Hesekê şehîd bû.

Di bin konê sersaxiyê de rêvebera Meclisa Rûbar Qamişlo Şêrîn Henan pesnê fedakariya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadî û demokrasiyê da û got: "Şehîdan rêya azadiyê bi fedakariya xwe xêz kir û em ê rêya wan bişopînin."

Merasîm bi siloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(mh)

ANHA