Agirbesta Hemas û Îsraîlê bi dawî bû: Bi kêmanî 109 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê diyar kir ku di bombebaranên Îsraîlê de ku bidawîbûna agirbestê re destpê kir, hejmara miriyan gihişt 109’an.

Agirbesta Hemas û Îsraîlê bi dawî bû: Bi kêmanî 109 kes hatin kuştin
1 kanûn, 2023   20:49
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Eşref El Qidreh ragihand ku di bombebaranên piştî agirbestiyê destpê kir de herî kêm 109 kesan jiyana xwe ji dest dane.

El Qidreh diyar kir ku bi sedan kes birîndar bûne.

Sibeha Înê agirbesta di navbera Hamas û Îsraîlê ku 7 rojan dewam kir, bi dawî bû.