2. Kongreya Komeleya Wênekêşên Fotografî pêk hat

Komeleya Wênekêşên Fotografî yên Sûriyeyê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist. Navê komeleyê bû Yekitiya Wênekêşên Fotografî yên Sûriyeyê.

2. Kongreya Komeleya Wênekêşên Fotografî pêk hat
2. Kongreya Komeleya Wênekêşên Fotografî pêk hat
2. Kongreya Komeleya Wênekêşên Fotografî pêk hat
2. Kongreya Komeleya Wênekêşên Fotografî pêk hat
2. Kongreya Komeleya Wênekêşên Fotografî pêk hat
2. Kongreya Komeleya Wênekêşên Fotografî pêk hat
1 kanûn, 2023   17:58
QAMIŞLO

Komeleya Wênekêşên Fotografî yên Sûriyeyê bi beşdarbûna 60 endaman kongreya xwe ya duyemîn li dar xist. Kongre bi dirûşma "Di bin banê wênekêşiyê de rastiya jiyanê derxin pêş" li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Şandeyek ji TEV-DEM′ê beşdarî kongreyê bû.

Hevserokê komeleyê Ehmed Mardenlî axivî û li ser armanca avakirina komeleyê got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîstî bi avakirina komeleyê hebû da ku bi rêya dewreyên perwerdeyê wênekêşî pêşde bixe. Her wiha ji bo beşdarbûna pêşangehên li derveyî welat û ji bo yekkirina nameya wênekêşan di Şoreşa Rojava de avakirina komeleyê pêwîstiyek bû."

Mardenlî got, diviyabû kesayet ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî kongreyê biban, lê hikumeta Başûrê Kurdistanê rê neda wan.

Hevserokê TEV-DEM′ê Xerîb Hiso jî anî ziman ku pêşiya wênekêşiyê xwedî girîngiyeke mezin e û di ragihandina rastiya şoreşê de roleke girîng list.

Hiso hêviya serketinê ji komeleyê xwest.

Piştre peyamên bi dîmen ên ku saziyên wênekêşiyê yên li Başûrê Kurdistanê şendibûn, hat pêşandan. Her wiha sînevîzyonek li ser xebatên sê salan (Dewreyên perwerdeyê, vekirina pêşangehan û beşdarbûna li pêşangehên li derve) hate pêşandan.

Piştre jî rapora giştî ya komeleyê û rêzikname hatin xwendin û nîqaşkirin. Li gorî nêrîn û pêşniyarên beşdaran hin bendên rêziknameyê hatin guhertin. Ji wan, navê Komeleya Wênekêşên Fotografî yên Sûriyeyê bû Yekitiya Wênekêşên Fotografî yên Sûriyeyê.

Di dawiyê de hilbijartin pêk hat, Ehmed Mardenlî û Şêrîn Biro bûn hevserokên nû yên Yekitiya Wênekêşên Fotografîk yên Sûriyeyê û 5 endamên Desteya Rêveber a yekitiyê hatin hilbijartin.

Komeleya Wênekêşên Fotografî yên Sûriyeyê destpêka sala 2021′ê ji aliyê komeke wênekêşên ji Sûriyeyê ve hat avakirin. Hejmara endamên wê derdora 290 wênekêş e. Komeleyê dewreyên perwerdeyê yên wênekêşiyê bi rêxistin kirin û gelek pêşangeh vekirin.

(bb)

ANHA