Şêniyên gundên Çilaxayê komên parastinê ava kirin

Pêkhateyên gundê Zexîrê yê Çilaxayê li gel hêzên xwe yên leşkerî komeke parastinê ava kir.

Şêniyên gundên Çilaxayê komên parastinê ava kirin
Şêniyên gundên Çilaxayê komên parastinê ava kirin
Şêniyên gundên Çilaxayê komên parastinê ava kirin
Şêniyên gundên Çilaxayê komên parastinê ava kirin
Şêniyên gundên Çilaxayê komên parastinê ava kirin
Şêniyên gundên Çilaxayê komên parastinê ava kirin
Şêniyên gundên Çilaxayê komên parastinê ava kirin
12 sibat, 2025   03:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê, pêkhateyên gundê Zexîrê yê bajarê Çilaxa xwe bi rêxistin kir û ji hemû pêkhateyan komeke parastinê ava kir.

Ji bo naskirina sedemên avakirina vê komê, me nêrînên çend endamên komê girtin.

Ji pêkhateya Suryan Meryem Gebro Circîs der barê mijarê de wiha got: "Em şêniyên gund ji hemû pêkhateyan, li hember êrişên ku dixwazin projeya me, projeya neteweya demokratîk têk bibin, me xwe birêxistin kir ku em gundê xwe biparêzin.”

Meryemê wiha berdewam kir: "Êrişên dewleta Tirkyeyê ya dagirker û çeteyên wê, vîna û biryardariya me ya ji bo piştgiriya û parastina destkeftiyên şoreşê yên ku bi têkoşîna hemû pêkhateyan hatine bidestxistin, zêdetir dike.”

Şêniyê ji pêkhateya Ereb Ziyad Xelîl El Hasûd jî wiha got: "Ji bo parastina jiyana xwe ya hevbeş li herêmê li dijê êrişên dewleta Tirkyeyê ya dagirker û çeteyên wê û hewldanên wan ên berdewam ji bo têkbirina yekitiya me, me pêkhateyên herêmê xwe birêxistin kir. Parastin erkê me hemûyan e ne tenê erkê hêzên leşkerî ye.”

Her wiha ji pêkhateya Kurd Munîr Mihemed Hesen der barê mijarê de got: "Tiştê ku gundê me cuda dike, jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên gund de ye, ku ev modeleke biçûk a projeya Neteweya Demokratîk e ku em li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, ji ber vê yekê em ê nehêlin ku ev yekitiya me têk biçe.”

Hesen wiha dewam kir: "Em ê bi yek ruhî li hemberî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyeyê ya dagirker û çeteyên wê rawestin û em ê li kêleka hêzên xwe Hêzên Sûriyeya Demokratîk li hemberî hemû êrişan bisekinin. "

Gundê Zexîrê bi cihêrengiya pêkhateyên xwe ji gundên din cuda ye, ji ber ku Kurd, Ereb, Suryan û Aşûrî lê dijîn.

Gundê Zexîrê dikeve rojhilatê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê, 2 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e û 270 malbat lê dijîn.

(k)

ANHA