Navenda Lêkolînên Ol û Baweriyan siberoja Sûriyeyê nîqaş kir

Navenda Lêkolînên Ol û Baweriyan a Kongreya Îslama Demokratîk di paneleke diyalogê de siberoja Sûriyeyê nîqaş kir û girîngî da beşdariya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê de.

11 sibat, 2025   20:29
QAMIŞLO

Navenda Lêkolînên Ol û Baweriyan a Kongreya Îslama Demokratîk ji bo nîqaşkirina siberoja Sûriyeyê û rola rewşenbîran tê de paneleke diyalogê organîze kir.

Panel li navenda Kongreya Îslama Demokratîk a Qamişloyê bi beşdariya nûnerên ol, taîfe û baweriyan, rewşenbîr û nivîskaran hat lidarxistin.

Panel ji du mijaran sereke pêk hat. Di mijara yekemîn de rewşa niha ya Sûriyeyê ya piştî hilweşîna rejîma Partiya Baasˋê, xweerkdarkirina Ebû Mihemed Colanî bo serokê veguhêz a Sûriyeyê hat nîqaşkirin, her wiha di mijara duyemîn de rola rewşenbîran li Sûriyeya nû û çareserkirina doza Kurdî hat gotûbêjkirin.

Di panelê de hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk Mela Mihemed El Xezranî axivî û got îslama demokratîk xwe dispêre lêborîn, azadiya bîr û baweriyê.

Di her du mijaran de ku rêveberê Navenda Lêkolînên Ol û Baweriyan Mazin Harûn bi rê ve biriye bal kişand ser ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo paşeroja Sûriyeyê modela herî guncaw e û divê Rêveberiya Xweser beşdarî civîn û kongreyên der barê Sûriyeyê de tên lidarxistin bibe.

Harûn anî ziman ku ji rewşenbîran tê xwestin ku mozaîka Sûriyeyê ya pirrengî bidin nasîn û balê bikişînin ser jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de.

Beşdaran daxwaza misogerkirina mafên gelê Kurd  û tevahî pêkhateyan di destûra nû ya welat de û beşdariya wan di çi xebateke nîştimanî ya Sûriyeyê de, kir.

(fr)

ANHA