Projeya “Şaredariya Taxê” serkeftî ye

Meclisa Taxa Hilêliyê ya Qamişloyê beriya mehek û nîvê dest bi projeya “Şaredariya Taxê” kiribû ku paqijiya taxê digire ser milê xwe. Şêniyên taxê diyar kir ku proje serkeftî ye û got “Kolanên me paqij in. Em ji bo taxên din jî pêşniyar dikin.”

Projeya “Şaredariya Taxê” serkeftî ye
13 tebax, 2026   05:45
QAMIŞLO

Meclisa Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bi projeya “Şaredariya Taxê” dest bi karê paqijiyê yê taxê kiriye û gel jê razî ye. 

Meclisa Taxa Hilêliyê di serê meha Gulanê (2026) de pêşniyara “Şaredariya Taxê” ku paqijiya taxê digire ser milê xwe, pêşkêşî Şaredariya Gel a Qamişloyê kir. Meclisê û Şaredariya Gel di 14’ê Hezîranê de peyman îmze kir.

Meclisa Taxê 16 karmendên paqijiyê ji xelkê taxê erkdar kirin. Şaredariyê jî 4 traktor dane taxê ku çop pê were komkirin. Her wiha meclisa taxê 6 endam diyar kirine ku xebatê bişopînin.

24’ê Hezîranê bi awayekî fermî dest bi paqijiyê hat kirin û ev mehek û nîv e tax bi awayekî berdewam tê paqijkirin.

KÊMASIYÊN AMÛRAN

Yek ji rêveberên projeyê û endamê Meclisa Hilêliyê Remezan Derwîş diyar kir ku proje baş didome û wiha axivî: “Lê hinek pirsgirêk di aliyê traktoran de hene. Traktorên me kevn in. Lê niha kar baş dimeşe. Wekî din karker ji derveyî Qamişloyê ne û fonên wan jî kêm in. Lê li gel van jî xebat baş didome.”

ÊDÎ BÊHNA ÇOPÊ NAYÊ

Şêniya ji taxê Eyşa Silêman jî dibêje: “Beriya niha rewşa paqijiya taxê ne baş bû, lê demek e kolanên me paqij bûne, berê ji ber bêhna çopê me nedikarî derkevin derve. Lê niha bêhn nema û kolan paqij in.”

PÊŞNIYAR JI TAXÊN DIN RE

Şêniyê bi navê Nazim Mûsa jî got: “Beriya niha şaredariyê li gorî derfetên xwe nedikarî tevahiya bajêr paqij bike. Ev demek e ketiye destê meclise û ferqeke mezin heye. Kolanên me paqij bûne. Traktor rojane çopê kom dikin, çop di kolanan de namîne. Hem alîkariyê bi şaredariyê re dike. Karê ku di hundirê taxê de tê kirin, serkeftî ye. Em pêşniyar dikin ku tevahî meclisên taxan gavên wisa biavêjin.”

Şêniyê bi navê Ebdilqadir Qemer jî da zanîn ku karê paqijiyê pir baş e, kolanên taxê pir xirab bûne, eger di vî alî de jî ser bisekinin, dê baş be.

Taxa Hilêliyê ji du beşan pêk tê, Hilêliya Jor û Hilêliya Jêr. Rêya Amûdê taxê dike du beş. Li taxa Hilêliyê zêdetirî 6 hezar xanî û dikan hene. Her wiha li taxê 5 dibistan û Zanîngeha Rojava hene. Gel bi rêya 4 komînan (Şehîd Serhed, Şehîd Sebrî, Şehîd Orhan û Şehîd Hebûn) xwe bi rêxistin dike û ev komîn girêdayî Meclisa Hilêliyê ne.

(bî)

ANHA