Şêniyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxayê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin

Bi hezaran şêniyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa bi meşeke girseyî êrişên komên çete yên hikumeta demkî yên ku dewleta Tirk a dagirker destekê dide wan ên li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd şermezar kirin û peyama "Xwîna şehîdan israra me ya têkoşîna li hemberî hemû cureyên zilm û êrişan zêdetir dike" da.

13 ÇILE, 2026   15:47
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên bajarên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxayê ji bo şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê li Qada Şehîd Xebat a bajarê Girkê Legê hatin gel hev û meşek li dar xist.

Girseya di nava kolanên bajar de meşiya, wêneyên şehîd û birîndarên berxwedana her sê taxan hildan û pankartên şermezarkirina êrişan û piştgiriya gelên taxên Helebê vekirin.

Meş li sûka navendî ya bajar sekinî û deqeyekê rêz hat girtin. Piştre hevserokê Meclisa Bajarê Girkê Legê Akif Sebrî axivî û got: "Êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne ji rêzê ne, lê belê êriş û komkujiyên sîstematîk bûn. Êriş û qurbaniyên ku ji ber ji ber wê çêbûne ku ne zarok û ne jî jin nas dikirin, rastiya çeteyan radixe ber çavan. Xwestin tirsê belav bikin û berxwedana gel têk bibe."

Akif Sebrî anî ziman ku sûcên li van taxan hatine kirin binpêkirina tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî ne û got: "Taxên niştecihan veguherîn qadeke vekirî ya sûcan. Komujî hatin kirin ku wê neyên jibîrkirin û xwîna hatî rijandin dê şahida sûcên ku li dijî şêniyan hatine kirine bimîne."

Sebrî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana fermandar şehîd Ziyad Heleb û hevalên wî û wiha domand: “Têkoşîna fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ziyad Heleb û fedakariyên tevahî şehîdan dê meşeleya têkoşînê bimîne. Xwîna şehîdan israra domandina têkoşîna parastina rûmeta civakê zêdetir dike. Îradeya gel ji hem êriş û hewldanên tirsandinê mezintir e."

Endama Meclisa Kongra Star a bajarê Til Koçerê Delal Şiblî jî destnîşan kir ku êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di çarçoveya siyaseteke plankirî ya dorpêçkirin, birçîkirin û qetilkirinê de hatin kirin.

Delal Şiblî anî ziman ku divê civata navneteweyî li hemberî van sûcan bêdeng nemîne û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Delal Şiblî diyar kir ku di nava komkujiyan de wateyên fedayetiyê yên ku fermandar Ziyad Heleb nîşan dan, derketin pêş û got: " Fermandar Ziyad Heleb bi şehadeta xwe nimuneya parastina ewlehiya civakê nîşan da. Şehadeta wî israra gel a têkoşîna li hemberî zulm û hemû cûreyên êrişan zêdetir dike."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(b)

ANHA