El Hicrî: Durziyên Sûriyeyê serxwebûnê dixwazin

Şêx Hikmet El Hicrî diyar kir ku Durziyên Sûriyeyê serxwebûnê dixwazin. El Hicrî hikumeta demkî wek kujer bi nav kir û diyar kir ku Îsraîl tekane garantora parastina Durziyan e.

El Hicrî: Durziyên Sûriyeyê serxwebûnê dixwazin
13 ÇILE, 2026   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê ruhanî yê civaka Durziyan şêx Hikmet El Hicrî got: "Rejîma berê ya Sûriyeyê li dijî me tev geriya, lê rejîma heyî kujertir e û dixwaze Durziyan ji holê rake."

Di hevpeyvînekê li gel rojnameya Îsraîlê Yediot Aharonot re, El Hicrî got: "Komkujiyên li Siwêdayê qirkirin in û komkujiya dawîn îspat kir ku em ji bo parastina civaka xwe nikarin xwe bispêrin kesekî din, ji bilî xwe.”

El Hicrî wiha lê zêde kir: "Buhayê wê giran bû, lê ne bê feyde bû. Em li siberojekê digerin ku Durzî nebin qurbanî. Korîdoreke mirovî bi Îsraîlê re tune ye û ev yek wergirtina alîkariyê pir zehmet dike. Ne veşartî ye ku Îsraîl tekane welatê cîhanê ye ku bi awayekî leşkerî mudaxele kir û em ji qirkirinê parastin.”

El Hicrî got: "Têkiliya di navbera Îsraîl û Durziyên Siwêdayê de ne nû ye û demeke dirêj berî hilweşîna Esed hatiye çêkirin. Îsraîl dewletek e ku bi qanûnê tê rêvebirin. Ew di her peymaneke siberojê de garantorê me ye. Em xwe wek beşeke yekgirtî ya hebûna Dewleta Îsraîlê dibînin; em xwe wek baskekî dibînin ku bi Îsraîlê re tifaqek çêkiriye."

El Hicrî got: "Îro bi rayedarên Şamê re tu têkiliya me tune ye. Heta Adara 2025`an, hewl hebûn ku dewleteke sivîl bi destûreke dadperwer were avakirin, lê ew hewl hilweşiyan. Her kesê ku bi vê rejîmê re têkilî bike dê bibe sedema hêsankirina ketina cîhadîstan nava axa wan.”

(k)