Şêniyên Girkê Legê 106 şehîd bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê ji bo bîranîna 106 şehîdên di Cotmeh, Mijdar, Kanûn û Çileyê de şehîd bûne, merasîmek li dar xist û soza parastina mîrasa şehîdan da.

Şêniyên Girkê Legê 106 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Girkê Legê 106 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Girkê Legê 106 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Girkê Legê 106 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Girkê Legê 106 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Girkê Legê 106 şehîd bi bîr anîn
Şêniyên Girkê Legê 106 şehîd bi bîr anîn
31 ÇILE, 2024   15:10
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê ya Kantona Cizîrê 106 şehîdên di Cotmeh, Mijdar, Kanûn û Çileyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi merasîmekê bi bîr anîn. 

Şêniyên navçeya Girkê Legê, bajarok û gundên navçeyê, endamên saziyên navçeyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, endamên Kongra Star û nûnerên hêzên leşkerî û ewlehiyê tev li merasîmê bûn ku li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran hatiye lidarxistin.

Di destpêka merasîmê de, beşdaran mûm li ber wêneyên şehîdan vêxist.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Ebdurehman axivî û fedakariyên şehîdan silav kir û got: "Şehîdan bi xwîna xwe, destanên lehengiyê nivîsandin, ji ber wê divê em ji xwîna wan re wefadar bin, têkoşînê mezin bikin û li hember êrişan bibin yek."

Her wiha di merasîmê de sînevizyonek têkildarî wêneyên 106 şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastin (YPJ), Hêzên Erka Xweparastinê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên Kongra Star û Partiya Sûriya Pêşerojê hate pêşandan.

Di dawiya merasîmê de daxuyaniyek ji pêşiya Navenda Aram Tîgran hate dayîn. Di daxuyaniyê de bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate şermezarkirin.

(şx)

ANHA