Bêdengiya li hember êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk tê şermezarkirin

Li hember êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla gelê herêmê daket qadan û bêdengiya hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî şermezar kir.

Bêdengiya li hember êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk tê şermezarkirin
Bêdengiya li hember êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk tê şermezarkirin
Bêdengiya li hember êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk tê şermezarkirin
Bêdengiya li hember êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk tê şermezarkirin
Bêdengiya li hember êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk tê şermezarkirin
Bêdengiya li hember êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk tê şermezarkirin
Bêdengiya li hember êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk tê şermezarkirin
31 ÇILE, 2024   15:28
QAMIŞLO

Bertekên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla û hevkariya çekdarên PDK`ê berdewam in.

Li kantona Cizîrê meclisên malbatên şehîdan ên Hesekê, navçeya Dirbêsiyê, Til Birak, Til Temir û Çilaxayê daxuyaniyeke hevbeş da.

Di xwendina daxuyaniyan de, şênî, nûnerên saziyên civaka sivîl, partî, rûspiyên herêmê amade bûn.

Di daxuyaniyan de êrişa kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK`ê êrişî gerîla dike, hate şermezarkirin. Hate diyarkirin ku ev êriş, delîla bêçaretiya dewleta Tirk a li hember vîna gerîla ye.

Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û yên NY`yê ya li hember êrişan hate şermezarkirin.

Di heman çarçoveyê de Kongra Star a navçeya Amûdê daxuyaniyek da û bang li PDK`ê kir ku dev ji siyasetên xwe yên dijminane yên li dijî gerîlayên ku ji bo azadiyê û parastina gelê Kurd canê xwe feda dikin, berde. 

Kongra Star êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK`ê wek komplo bi nav kir.

(şx)

ANHA