Li Xezeyê 26 hezar û 900 kesî jiyana xwe ji dest dan e

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê heya niha li Şerîda Xezeyê 26 hezar û 900 kesî jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan jin, ciwan û zarok in.

Li Xezeyê 26 hezar û 900 kesî jiyana xwe ji dest dan e
31 ÇILE, 2024   14:52
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî Hamasê tevî 150 kesên di nava 24 saetên dawî de li Xezeyê hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane, bûye 26 hezar û 900.

Wezaretê ragihand ku 65 hezar û 949 kes jî birîndar bûne û gelek kes jî hê di bin enkazên şerî de mane û ji aliyê tîmên rizgarkirinê ve nehatine peydakirin.