Şêniyên  El Dûmeyrê rêya Şam-Bexdayê girtin

Şêniyên bajarokê El Dûmeyrê, li gundewarê Şamê, li dijî xetereyên ku ji ber derbasbûna kamyonan di nav bajêr re xwepêşandan kirin û rêya Şam-Bexdayê girtin.

Şêniyên  El Dûmeyrê rêya Şam-Bexdayê girtin
11 cotmeh, 2026   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro sibê şêniyên bajarokê El Dûmeyrê, li gundewarê Şamê, li dijî xetereyên ku ji ber derbasbûna kamyonan di nav bajêr re xwepêşandan kirin û rêya Şam-Bexdayê girtin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, xwepêşandan ji ber derbasbûna kamyon û wesayîtên din di nav bajêr re pêk hat. Şêniyan li ser xetereyên ji bo xelkê, bi taybetî zarok û xwendekaran fikarê xwe anîn ziman.

(k)

ANHA