Mezlûm Ebdî: Divê  pêkhateyên herêmê hevgirtina xwe xurt bikin

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî di civîneke li bajarê Dirbêsiyê de Mezlûm Ebdî bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û ji bo piştgiriya xebatên aktîvkirina saziyên dewletê li parêzgehê di yek refê de bin, destnîşan kir ku xerabkarî, derxistina fitne û parçekirinê nayên qebûlkirin.

Mezlûm Ebdî: Divê  pêkhateyên herêmê hevgirtina xwe xurt bikin
Mezlûm Ebdî: Divê  pêkhateyên herêmê hevgirtina xwe xurt bikin
Mezlûm Ebdî: Divê  pêkhateyên herêmê hevgirtina xwe xurt bikin
11 cotmeh, 2026   12:53
HESEKÊ

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî têkildarî geşedanên qonaxa heyî û astengiyên ku rastî herêmê tên bi şêniyên bajarê Dirbêsiyê re civînek li darxist.

Di civînê de Mezlûm Ebdî da zanîn ku ji bo serkeftina pêvajoya entegrasyonê û parastina destkeftiyên ku di 15 salan de hatine bidestxistin, di qonaxa heyî de pêşxistina xebatên hevbeş tê xwestin, pêvajoya entegrasyonê ji bo hemû pêkhateyên herêmê yên Ereb, Kurd, Suryan-Asûr û Ermenan, hemû xebatkarên saziyên Rêveberiya Xweser e.

Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku lidarxistina xwepêşandan bi awayeke aştiyane mafê hemûyan e, dewlet jî wê li daxwazên welatiyan binêre, lê xerabkarî û hewildanên astengkirina pêvajoya entegrasyonê ya ku gihîştiye qonaxên dawî nayên qebûlkirin.

Mezlûm Ebdî bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û ji bo piştgiriya xebatên aktîvkirina saziyên dewletê li parêzgehê di yek refê de bin, bi yekîtiya xwe li hemberî hemû hewildanên derxistina fitne û parçekirinê derkevin, aliyê ku fitneyê derdixîne nakeve xizmeta welat û ne jî pêşeroja herêmê.

Mezlûm Ebdî daxwaz ji şêniyan kir ku divê malbat piştgiriyê bidin zarokên xwe ji bo vegerin dibistaan, li kêlek zimanê erebî, fêrî zimanê kurdî bibin, divê zimanê dayikê bê parastin û hebûna wê di pêvajoya xwendinê de were pêşxistin.

(sb)

ANHA