Vegera karwanê pêncemîn ê koçberên Serêkaniyê taloqî 13 Cotmehê bû

Derketina karwanê pêncemîn ê koçberên Serêkaniyê ku di nav de 381 malbat hene, ji bo temamkirina dabînkirina wesîleyên veguhestinê û pêdiviyên vegerê ji sibe taloqî du sibe bû.

Vegera karwanê pêncemîn ê koçberên Serêkaniyê taloqî 13 Cotmehê bû
11 cotmeh, 2026   12:13
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê dane, birêketina karwanê pêncemîn a koçberên Serêkaniyê ji bo temamkirina xebatên pêwîst û dabînkirina wesîleyên veguhestinê ji sibe (12 Cotmeh) taloqî du sibe (13 Cotmeh) bû.

Komîseriya Penaberan îro, ji bo naskirina pêdiviyên esasî yên koçberan û dabînkirina pêdiviyên vegerê, hevdîtin bi malbatên ku dê di karwanê pêncemîn de cih bigirin de kir.

Li gorî Komîteya Koçberên Serêkaniyê li gorî bîlançoya dawî hejmara malbatên karwanê pêncemîn 381 malbat in, ew malbat jî wê berê xwe bidin gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê.

(sb)

ANHA