ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3 - 8 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3 - 8 2025
3 tebax, 2025   02:00

Cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Gabrîel Şamûn diyar kir ku modela Rêveberiya Xweser modeleke demokratîk e û hewldanên wan ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji Efrîn û Şehbayê daxwaza vegera ewle bo deverên xwe dikin. Koçberan ji hêzên navneteweyî û aliyên têkildar xwest berpirsyarên xwe yên qanûnî û exlaqî pêk bînin, çeteyan ji deverên wan derxin û dagirkeriyê bi dawî bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji Helebê girîngiya bandorên siyasî û mirovî yên ramanên Rêber Abdullah Ocalan vegot û da zanîn ku azadiya wî ya fîzîkî gava sereke ya ber bi aştiyê ve ye. Jinan xwest Rêber Abdullah Ocalan bibînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di hin raporan de hate destnîşankirin ku siyseta hikûmeta veguhêz a Şamê şêwazê rêjîma Beas dûbare dike ku hêza xwe li şûna avakirina welat netewî ferz dike. Îsraîl jî hewl dide ku bi êrişan rola xwe li herêmê îsbat bike, her wiha Istenbolê der barê mijara Ukraynyayê de ti gav navêtiye.

Rojane bi dehan şêniyên herêmê, ji bo bêhnvedanê diçin ber peravên Bendava Girê Vira ya Dêrikê. Şêniyan ji saziyên têkildar xwestin cihên rûniştinê baştir bikin û dar û beran lê zêde bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Di rojên pêş de wê li Qamişlo yek ji pirtûkxaneyên herî mezin ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê vekirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn da zanîn ku ji destpêka 2025’an dijî şaneyên DAIŞ’ê 60 operasyon hatine çêkirin û 3 ji wan serçete bi giştî 64 çete hatine girtin. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Êzîdiyên Sûriyê merasîma vekirina mezara Êzîdî li gundê Dugirê yê bajarê Amûdê li dar dixe (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê sersaxiyê didin malbata şervanê QSD'ê şehîd Siûd Xelef li mala wî yê gundê Til Kerem (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Komîteya Hevkariyê ya Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Reqayê firneya Heyat li kolana Qîtar a bajêr li dar vedike (09:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Platforma Çalakiyan a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya protestoyê ji bo piştgiriya jinên Siwêdayê li bajarê Hesekê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Efrîn û Şehbayê û Meclisa Tebqayê yên Partiya Sûriya Pêşerojê paneleke diyalogê bi navê "Mafê vegerê di dema guhartinên siyasî de" li bajarê werzîşê yê bajarê Tebqayê li dar dixin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên pêşbirka zarokan a Nivîskarên Pêşerojê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarê Rimêlanê didomin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN