Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Serbest bi bîr anî

Bi tevlêbûna bi sedan kesî şervanê QSD’ê Serbest (Mehmûd Bekir) ê li Tebqayê şehîd bûbû, hat bibîranîn.

23 sibat, 2026   14:48
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê ji bo şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Serbest (Mehmûd Bekir) ku 18’ê Çileyê di berxwdana rûmet û hebûnê de li Tebqayê şehîd bûbû, merasîma xiyabî li dar xist.

Merasîm li pêşiya mala şehîd a li Taxa Rojhilat a bajar bi beşdariya bi sedan kesî hat lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Keleş axivî û got şehîd navnîşana rûmetê ne, şehîd Serbest jî teslîmbûyîn û xiyanet qebûl nekir û heya kêliya dawîn li ber xwe da. Fatima Keleş anî ziman ku gelê Kurd wê qirkirinê qebûl neke û ji bo hebûna xwe berxwedanê bidomîne.

Fatima Keleş di dewama axaftina xwe de îşaret bi vê yekê kir ku gelê Rojava ji bo jiyaneke birûmet berdêlên giran dan û parastina welat mafekî rewa ye.

Di merasîmê de endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Berxwedan Amûdê jî destnîşan kir ku şehîdan bi serbilindahî li ber xwe da û canê xwe fedaî welat kir. Berxwedan Amûdê anî ziman ku bi hezaran kesî çeka şehîd Serbest rakiriye û xaka xwe diparêzin, Kurd ji parçeyên din ên Kurdistanê hatin Rojava û tev li bexwedanê bûn. Her wiha got berxwedana gel û fedakariyên şehîdan hewldanên tunekirina gelê Kurd têk birin.

Bi navê malbata şehîd Serbest xwişka wî Ranya Bekir got ew bi şehadeta Serbest serbilind in.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin û pêşkêşî malbata wî hat kirin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA