Îranê behsa lihevkirineke nêzîk kir, Washingtonê şertên peymanê aşkera kirin

Wezîrê Derve yê Îranê ragihand ku gihîştina "Memoranduma Têgihîştinê ya Îslamabadê" ya der barê şerê Amerîka-Îsraîlê li dijî Îranê de ji her demê nêzîktir e, di heman demê de rayedarekî Amerîkayî diyar kir ku Tehran wekî beşek ji danûstandinên berdewam, razî bûye ku bernameya xwe ya nukleerî hilweşîne û depoya xwe ya uranyuma dewlemendkirî ji holê rake.

Îranê behsa lihevkirineke nêzîk kir, Washingtonê şertên peymanê aşkera kirin
12 hezîran, 2026   19:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî îro diyar kir ku gihîştina "Memoranduma Têgihîştinê ya Îslamabadê" ji bo çareserkirina bandorên şerê Amerîka-Îsraîlê li dijî Îranê ji her demê nêzîktir e û ji medyayê xwest ku berî bidawîbûna wê li ser naveroka wê spekulasyon nekin.

Eraqçî da zanîn ku Tehran dê hûrguliyên memorandumê di wextê xwe de ji raya giştî re aşkera bike û diyar kir ku ev li gorî nêzîkatiya berpirsiyar û zelal a Îranê ye.

Girêdayî heman mijarê, rayedarekî Amerîkayî ji AFPˊê re got ku Îran razî bûye ku bernameya xwe ya nukleerî "ji holê rake" û madeyên nukleerî û uranyuma dewlemendkirî ji holê rake, piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump Tehran bi dayîna raporek nerast a şertên pêşnûmeya lihevkirinê ya di bin danûstandinan de tawanbar kir.

Rayedar anî ziman ku lihevkirin 5 xalên sereke dihewîne; tunekirin û rakirina madeyên nukleerî yên Îranê, hilweşandina bernameya nukleerî, ragirtina fonên cemidî yên Îranê heta ku Tehran şertên lihevkirî bi cih bîne, misogerkirina vekirina Tengava Hurmuzê û rawestandina fînansmana komên ku ji hêla Washingtonê ve wekî "terorîst" hatine destnîşankirin.

Ev daxuyanî di demekê de tên ku hewldanên dîplomatîk ji bo gihîştina rêkeftinekê di navbera Washington û Tehranê de berdewam dikin.

(fr)