Şêniyên Dirbêsiyê: Bi şerê gel ê şoreşgerî berxwedana bendavê bi ser ket

Şêniyên Dirbêsiyê diyar kir ku berxwedana Bendava Tişrînê bi xeta şerê gel ê şoreşgerî û hevgirtina gel û şervanan bi ser ket.

Şêniyên Dirbêsiyê: Bi şerê gel ê şoreşgerî berxwedana bendavê bi ser ket
7 ÇILE, 2026   03:45
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Piştî rûxandina rejîma Baasê di dawiya 2024’an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên dagirkirinê li dijî Bendava Tirşînê dan destpêkirin. Şervanên QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişan da.

8’ê Çileyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya şervanan karwan bi karwan berê xwe da bendavê û nobeta parastinê digirt.

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê yên cihê xwe di berxwedana bedava Tişrînê de girtibû, bi boneya salvegera yekemîn a berxwedanê ji ajansa me re axivîn.

Alan Miêş anî ziman ku berxwedana Bendava Tişrînê ber sembolîzma wê ya mezin a îradeya gel de bû rojeveke cîhanî bi bîr xist ku gel ji bo piştgiriya şervanan çûne bendava Tişrînê.

Miêş diyar kir ku tevahî şêniyan ji ber baweriya wan a bi girîngiya bendavê û rola wê ya stratejîk bêtirs beşdarî berxwedana bendavê bûn û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Em diçûn bendavê da ku moral bidin şervanan. Li wir me şerê gel ê şoreşgerê bi hemû wateyên wê dît."

Alan Miêş destnîşan kir ku şervanan ji bo parastina gel û bendavê berxwedanek mezin raber kir û wiha doman da axaftina xwe: "Berdêlên ku şervanan dane, ji şêniyan re bû hêz. Şêniyan bê terdudu li ber xwe dan û israra wan a berxwedanê zêdetir bû. Bi saya berxwedana gel û tevkariya wan a bi QSD’ê re bendav hat parastin."

Alan Miêş di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku destkeftiyên bi saya şehîdan hatin bidestxistin, biparêzin.

Nesrîn Elî jî da zanîn ku berxwedana bendava Tişrînê di dîroka têkoşîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xaleke girîng û pîroz bû.

Nesrînê got, şêniyan bi moralên bilind diçûn bendava Tişrînê û diyar kir ku parastina ne tenê ji hêzên leşkerî, di heman demê de ji gel jî tê xwestin.

Nesrîn Elî di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku berxwedana bendava Tişrînê rê li ber komkujiyên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girt û got: "Gel xeta şerê gel ê şoreşgerî meşand û di hemû deman de amade ye piştgiriyê bide şervanan û rê nede dagirkirina erdê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

Ebdulbaqî Ebdurehman jî anî ziman ku gel di berxwedana bendava Tişrînê de bersiveke xurt da dijmin û got, îradeya gel faktora sereke ya serketina berxwedana bendavê bû. Ebdurehman anî ziman ku berxwedana bendava bi şerê gel ê şoreşgerî û hevgirtina gel û şervanan bi serketinê tacîdar bû.

Ebdurehman di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku berxwedana bendava Tişrînê planên dewleta Tirk ên dagirkirina bendavê têk birin û bendav bû bendava şehîdan. Her wiha îşaret pê kir ku berxwedan nebûye dê komkujî li dijî gelên herêmê hatibana kirin, mîna komkujiyên li peravê û Siwêdayê.

Ebdulbaqî Ebdurehman di dawiya axaftina xwe de got, gel şer û herkîna xwînê naxwaze, lê ji bo aştiyê têkoşînê dike û diyar kir ku ê berxwedana parastina gel û welat dewam bike.

(b)

ANHA