Şêniyên Dêrikê şehîd Mazin Şêx oxir kir

Şêniyên Dêrikê û gundên derdorê şervanê YPG`ê şehîd Mazin Şêx li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kir û soz da ku tola şehîdan hildin.

Şêniyên Dêrikê şehîd Mazin Şêx oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Mazin Şêx oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Mazin Şêx oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Mazin Şêx oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Mazin Şêx oxir kir
Şêniyên Dêrikê şehîd Mazin Şêx oxir kir
31 ÇILE, 2024   14:19
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrik, herêmên Koçerat û Beravê li Goristana Şehîd Xebat şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şehîd Mazin Şêx oxir kir. Şehîd Mazin Şêx di 29`ê Çileyê de şehîd bûbû. 

Di merasîma oxirkirinê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Melîhe Ebdullah axivî û got: "Ji bo azadiyê û edaletê şehîd tê koşiya û şer kir, gelê me hîna li ser vê rêgezê ye."

Ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şaxê bajarê Dêrikê Mihyedîn Xêrkî jî soz da ku rêya şehîd Mazin temam bikin û got: "Êrişên li dijî herêmên me, israra me ya bidestxistina serkeftinê û hildana tola şehîdan zêdetir dike."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin. Dûre girseya gel şehîd spart axê.

(şx)

ANHA